Gelek sedemên wan ê 'Na'yê hene

DENÎZLÎ – Li Denîzliyê jinan diyar kir ku, ew ê li dijî îstismarkirin û desteserkirina mafê jinê bibêjin "Na". Jinan, bang li hemû jinên deng didin AK Partiyê kirin, ku bibêjin "Na".

Li Denîzliyê jinan diyar kir ku ew ê di referandûma guhertina Qanûna Bingehîn de bibêjin "Na" û wiha gotin: "Qetilkirina Ozgecan Aslan, teşhîrkirina bedena Ekîn Wanê, ji bo "Na"yê sedemên wan ên herî mezin in. Ji jinan Ayşe Kara, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê êdî jin bi awayekî azad bijîn û wiha got: "Wek dayikek ji bo zarokên xwe û ji bo jiyana azad a gelan, ji rejîma yekzilamî re dibêjim 'Na'."

'LI DIJÎ DAGIRKIRINA KED Û BEDENÊ 'NA''

Hevseroka HDP'a Denîzliyê Nur Nisa Erişmiş, ragihand ku dê bi pergala serokatiyê re li Tirkiyeyê cinayetên jinan, êrîşên zayendî rewa bibin û wiha axivî: "Xetereya din jî; dê jin ji qadên siyaset û xebatê bên dûrxistin û hepsî malê bên kirin. rejîmên dîktayî pêşî jinê heps dike û paşê dest û lingên jinan dişikîne. Em ê wek jinan di referandûmê de li dijî hemû polîtîkayên li ser me tên meşandin, li dijî îstismarkirina bedena me, li dijî dagirkirina kedê bibêjin 'Na'."

‘HEM 'YEK' HEM JÎ 'ZILAM' NAYÊ QEBÛLKIRIN'

Erişmiş, anî ziman ku di xebatên refandûmê de hedefa wan siyaseteke piralî, pirrengî ye û wiha axivî: "Hem rejîma 'yek'ê hem jî ya 'zilam' qethiyen nayê qebûlkirin. Dema qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, karê wan ê ewil girtina saziyên jinan bû. Ji bo di referandûmê de 'Na' derkeve em ê zaf bitêkoşin. Heke 'erê' derkeve, dê li vî welatî polîtîkayên berberîbûn, cudabûn û şer têkevin rojevê."

‘EM Ê TEMASÎ JINÊN AKP'YÎ BIKIN'

Erişmiş a got, “Me di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de carekê vî welatî ji kendavê xelas kir. Em ê wek jinan di referandûmê de careke din ji kendavê xelas bikin" wiha axivî: "Divê em temasî jinên ku di civakê de beşdarî xebatên siyasî nabin, jinên ku hikûmetê wan bi aboriya sedeqeyê ve girêdaye bikin. Bi taybetî em bang jinên ku dibêjin 'partiya min AKP ye' dikin. Dibe ku fikr û nêrînên me cuda bin, lê wek jinan destkeftiyên me hene, em naxwazin ev bi paş ve biçin. di pergalên ku jin hepsî malên tên kirin de, pêşî jin tê tunekirin, paşê jî mêjiyê mêr li malan tê hepskirin. Ji ber vê em dixwazin hûn jî bibêjin 'Na'. Heke 'Na' bi se rkeve, bawer bikin dê têkoşîna jinê bi ser keve."

‘LI DIJÎ REJÎMA JINÊ DIKE KOLE 'NA''

Lerzan Suzuk jî diyar kir ku, dê biguherandina Qanûna Bingehîn re dê feraseteke ku jin dike kole, hepsî malê dike bibe serwer û wiha axivî: "Encama îktîdara 14 salan vê nîşan dide. Li Îranê jinan di rojekê de azadiyên xwe winda kirin. Divê jin ji vê paşveçûyînê re bibêjin 'Na'." Suzuk, dest nîşan kir ku divê jin cîranên xwe, hevalên xwe ji bo 'Na'yê îkna bikin, divê sedemên çima divê 'Na' bê gotin vebêjin û wiha got: "Divê jin bi awayekî çewisandin û pêkûtiyên îktîdara siyasî yên bi huqûqa xwe, bi polîsên xwe tevdigere bibîne. Divê jin êdî bêjin bes e."