Du sal piştî Ozgecan

MÊRSÎN - Li Tarsûsê piştî qetilkirina Ozgecan Aslan, jinên ku li dijî cinayetên jinan daketin kolanan, hewl dan destûr nedin qanûnên dijminatiya jinan. Parêzer Sevim Kuçuk, got cezayê li kesên Ozgecanê qetilkirin hat birîn bûye emsal, lê belê vîneke ku cinayetên jinan rawestîne derneketiye holê.

Ozgecan Aslan a di cinayetên jinan de bû xala werçerxê, di 11'ê Sibata 2015'an de dema ji zanîngehê ji bo biçe malê li mînîbusê siwar bû û rastî îstismara ajokarê mînîbusê Suphi Altindoken hatibû, dema li ber xwe dabû hatibû qetilkirin. Suphi Altindoken ê tevî bavê xwe Necmettin Altindoken û hevalê xwe Fatih Gokçe, Ozgecanê qetilkirin ji bo bedena wê winda bikin li nêzî Goristana Alman a li Gundê Çamalan ê Tarsûsê ew şewitandin. Piştî wêneyên kujeran li ser medyaya civakî hatin parvekirin, kujer hatin dîtin. Her 3 kujerên ku hatin zevtkirin, li xwe mikur hatin û di duyemîn rûniştina li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Tarsûsê de muebeta giran li her sê kujeran hat birîn û her wiha ji ber sûcê "Êrîşa zayendî ya wesfî" li Suphi Altindoken 36, li Fatih Gokçe jî 24 sal cezayê girtîgehê hat birîn.

JINAN RÊ NEDA QANÛNÊN DIJMINÊN JINA NE

Qetilkirina Ozgecanê, li cem jinan bû cihê hêrseke zêde. Jinên ku bi çalakiyan bi rojan kuçe dagirkirin, li dijî cinayetê jinan, şidet û îstismara li dijî jinê azadiyê qêriyan. Piştî têkoşîna jinan, di sûcên li dijî jinan de pêşniyara qanûnê ya wek "Qanûna Ozgecanê" hat binavkirin û "Tehrîka neheqî û daxistina rewşa baş" û "Di sûcên êrîşa zayendî de bihurîna demê" di xwe de diheband berpêşî Meclîsê hat kirin. Lê belê ev pêşniyar piştî mirina Ozgecan bi salekê berpêşî Meclîsê hat kirin. Li gel vê di 24'ê Mijdara 2016'an de jî ji aliyê îktîdarê ve pêşniyara qanûna ku rê li ber zewaca di temenên biçûk vedikir hat Meclîsê. Lê li ser bertek û têkoşîna jinan qanûn ji Meclîsê ve bi paş ve hat kişandin.

Di vê serdemê de li dijî cinayetên jinan, mafê xweparastinê ket rojeva jinan. Piştî vê Nevin Yildirim îstismarkarê xwe û Çilem Doganê jî hevjînê xwe yê tim rastî şideta wî dihat kuşt û bû sembola jinan.

PIŞTÎ OZGECANÊ 668 JIN HATIN QETILKIRIN

Piştî qetilkirina Ozgecan Aslanê, mixabin şideta li dijî jinê bi dawî nebû. Bereksê wê berdewam kir. Li gor daneyên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin; di 2015'an de 303 û 2016'an de jî 328 jin hatin qetilkirin û di meha ewil a sala 2017'an de jî 37 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.

‘LI HOLÊ VÎNEKE KU CINAYETÊN JINAN RAWESTÎNE TUNE YE'

Yek ji parêzerên doza Ozgecanê, Parêzer Sevim Kuçik diyar kir ku, biryara di doza cinayeta Ozgecanê de hatiye dayîn biryareke emsal e û ji aliyê jinan ve destkeftiyek e. Kuçuk, anî ziman ku piştî qetilkirina Ozgecanê cinayetên jinan berdewam kirine. Kuçuk, dest nîşan kir ku mebesta wan ew e ku li gel biryara emsalî astengkirina cinayetên jinan e û wiha domand: "Piştî cinayet çêbû û sûcdar bi cezayên giran hatin cezakirin na, mebesta bingehîn ew e ku pêşî li şidetê bê girtin. Lê belê, piştî Ozgecanê dema em lê dinihêrin pir bandorek çênebûye. Binpêkirinên di warê cinayetên jinan, şidet û îstismara li dijî jinan û heta îstismara zayendî ya zarokan zêdetir bûn. Helbet me ji serî ve ev digot. Sedemên civakî yên van sûcan hene. Heta sedemên civakî ji holê neyên rakirin, dê cezayên dadgehan bi awayekî qismî bibandor bin. Lê belê, li Tirkiyeyê dema mirov lê dinihêre, ji bo jiholêrakirina sedemên civakî vîneke dernektiye holê. Qanûna Ozgecanê berpêşî Meclîsê hatibû kirin. Lê belê îro dema em lê dinihêrin ev ne rojeva Meclîsê ye."