Qet bêdeng nebûn!

AMED - Jinên kurd ên ku li dijî sîstema ku wan weke "xetere" dibîne bi navê TJA'yê riya xwe dê berdewam bikin di saleke de li dijî şîdeta dewletê, hedefgirtina hevserokan, nivîsên zayendî, teşhîrkirina bedenên tazî, girtina komeleyan, binçavkirin û girtinan qet bêdeng nebûn.

Ji mijdara 2015'an heta mijdara 2016'an de li Tirkiyeyê û cihanê şîdet gihîşt asta herî jor. Li dijî şer, koçberî, şîdeta dewletê jinan li her qadê têkoşînekî cur bi cur meşandin. Jinên kurd ên ku ala têkoşînê ya hersê xwîşkên Mîrabel ên ji aliyê dîktatoriyê ve hatin qetiykirin dewrgirtine ji bo jinên ku tên xwen di nava malê û rolên dayikbûnê de bên hepskirin bûn mînak. Jinên kurd ên ku mohra xwe li dîrokê dan li dijî şîdeta zilam û dewletê li ber xwe dan, ji ber vê yekê jî di 2016'an de bûn hedefa zilam û dewletê.

ŞÎDETA DEWLETA ZILAM

Li gorî rapora binpêkîrinên mafan a ku Komeleya Mafên Mirovan a Amedê amede kiriye, li bajarên kurdan di 9 mehên 20167an de ji ber şîdeta navmalê, şîdeta dewletê û "întixarê" 42 jin hatine qetilkirin. Li gorî rapora ÎHD'ê ji ber şîdeta navmalê û ya dewletê 34 jinan jiyana xwe ji dest dan, 8 jinan jî întixar kirin.

HEVSEROKATÎ HEDEF GIRTIN

Jinên kurd jibilî têkoşîna ku li qadan dan di qada siyasetê de jî li dijî feraseta zilam têkoşîna xwe berdewam kirin. Di encama têkoşîna jinan de piştî salên 2000'an sîstema hevserokatiyê ku kete meriyetê bû hedefa dewletê. Li dijî sîstema ku li sîteyên apartmanan de jî kete jiyanê bi hinceta ku li dijî qanûnan e ji aliyê dewletê ve hate hedefgirtin, Walîtiya Amedê jî bi îdiaya "derveyê qanûnan e" ji bo sîstem bê betalkirin serî li Dadgeha Îdareyê da.


SIYASETMEDARÊN JIN HATIN GIRTIN

Di 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin hevşaredarên jin hatin girtin. Qeyûmên ku hatin tayînkirin jî gelek navendên jinan û midûriyetên polîtîkayên jinan girtin, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata, parlamenterên HDP'êSelma Irmak, Leyla Bîrlîk, Nursel Aydogan, Gulser Yildirim û gelek hevşaredar û jinên siyametsedar hatin girtin.

KOMELEYÊN JINAN HATIN GIRTIN

Li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeyê ya 15'ê tîrmehê Rêveberiya Awerte (OHAL) ya hate îlankirin ve Dîsa xebatên jinan hat hedefgirtin. Bi Biryarnameya di Hikûmê Qanûnê de (KHK) li tevahiya Tirkiyeyê û bajarên kurdan komeleyên jinan jî di nav de 370 komele hatin girtin, deriyên wan hate mohrkirin.

Dîsa di çarçoveya OHAL'ê de tekane ajansa jinê ya cihanê JINHA jî hate girtin.

LI SER DIWARAN ZAYENDPERESTÎ

Li bajarên kurdan ên ku qedexeya derketina kolanan hate îlankirin tîmên taybet, leşker û polîsên û êrîş pêk anîn gelek caran nivîsên zayendperest li her derê nivîsandin. Piştî qedexeyên ku bi mehan berdewam kirin polîs, leşker û îmên taybet li sed diwarên malên ku ketine gelek nivîs nivîsandin.

LI DIJÎ CENAZEYÊ JINÊ ÎŞKENCE

Di rapora Cizîrê ya ku hovîtiyê vedibêje de hate gotin ku wêneyên tazî yên kesên hatine kuştin bi hesabên JÎTEM'ê di çapemeniya civakî de hatine parvekirin. Cicikên hin jinan hatine jêkirin, çavên zarokekî keç a 15 salî hatiye derxistin û hatiye qetilkirin. Cenazeyekî din a jineke jî bi awayekî serê wê tunebû û bedena wê bi parçe dan malbatê.

JIN HATIN ŞEWITANDIN

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di serdegirtina li dijî malekî li taya Xaçortê tîmên taybet jinek qetilkirin û 4 jin jî binçavkirin piştre jî li ser diwarên malên cîranan jî nivîsên zayendperest nivîsandin. Dîsa li taxa Çelebîbagê ya navçeya Erdîşê ya Wanê polîs û leşkeran malek dan ber agir û li vir jina bi navê Hediye Ataman hate şewitandin. Li gorî agahiyên ku şahidên bûyerê dane tîmên taybet ên ku mal dane ber agir, li dora malê jî agir pêxistine, qêrînên Ataman guhdar kirine û şewata malê temaşe kirine.

BI TJA'YÊ VE BI BÎRYARIYA TÊKOŞÎNÊ

Li dijê êrîşa li hemberî destkeftiyên jinan li Amedê bi jinên Tirkiyeyê û yên cihanê re piştî ku Kongreya Jinên Azad (KJA) hat girtin li ser modela rêxistinbûnê nîqaş hatin kirin. Jinên kurd li gel hemû êrîşan paşve gav neavêtin û di encama nîqaş û pêşniyaran de birayara dê têkoşîna xwe bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) bidomînin girtin. TJA ya ku avabûna xwe îlankirin aşkera kir ku dê ji 25'ê Mijdarê pêve têkoşîna xwe bi biryarî bidomîne.

‘ÊRÎŞ BI SÎSTEMATÎK ZÊDE BÛN'

Jinên kurd li herêma ku şer û berxwedan ket nava hev, her dem di nava berxweda kurdan de cih girtin û di nava berxwedanê de bûn sembol. Jinên kurd ku her dem di nava erxwedanê de cih girtin, dewletê ev ji bo xwe wekî talûke dît. Endama KJA'yê Ceylan Bagriyanik ku xebatên wan hat rawestandin, diyar kir ku di şexsê hikûmeta Ak Partiyê de li herêmê û Tirkiye faşîzm pêş dikeve. Bagriyanik, bilêv kir ku AK Partî ji bo pergala xwe ava bike berî her tiştî rêxistin û tevgera jinan dike hedef û wiha got: "Li aliyekî KJA rêxistinbûna xwe pêş dixist, li aliyê din li dijî pergala heyî pergalek alternatif ava dikir. KJA ji destpêkê diyar kir ku bi rêk û pêk û stratejik êrîş li dijî jinê pêş dikevin. Êrîş tenê li dijî çalakiyan pêş neketin. Êrîş li dijî bîroziyê jî pêş ketin. Em wekî jin dê pergala xwe ya bîrdoziyê ava bikin û tevna xwe bihûnin. Em dê bêtir bi îdîolojî û têkşînek xurt rêya xwe berdewam bikin."

AVAKIRINA KJA BANDOREK MEZIN AVA KIR

Bagriyanik, destnîşan kir ku li ser pêşniyar û perspektifa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan KJA hat avakirin û wih berdewam kir: "KJA ne kongreyek jinê ya ji rêzê ye. Di sedsala 21’an de ew dê bikin sedsala jinê û azadiya jinê. Jin dê pergala Neteweya Demokratîk têxin meriyetê. Li Tirkiye AKP û pergala DAİŞ yek e. AKP û DAIŞ herî zêde ji pergala neteweya demokratîk û têkoşîna jinê ditirse. Ji ber ku ev pergala neteweya demokratîk azadiya jinê pêş dixe pergal ji KJA ditirse. KJA'yê ne tenê li Kurdistan û Tirkiye, li hemû cîhanê bandorek mezin ava kiriye. Lê dewlet bi tunekirina jinan û saziyên jinan dixwaze pergal û hebûna xwe berdewam bike."

PERGALA KJA JI CÎHANÊ RE BÛ MÎNAK

Bagriyanik, destnîşan kir ku di salekê de jin bûn bingehê civakê û jinan di civakê de sembol û bingeha jiyana demokratik wekhev, azadî û edaletê pêş xistinû wiha berdewam kir: “Mînaka vê yekê ya şênber xebata KJA bû. KJA di nava civakê û rêxistinan de nûnertiya wekhev û nûnertija jinê pêş xist. Di her aliyê jiyanê de bi vîna xwe beşdar bû. Di civakê û xwezaya jinê de nîşan da ku jin dikarin xwe bi xwe birêve bibin û bi vîna xwe qadên jiyanê pêş bixin. xebatên di bin baneyê kongreyê de hêz da jinê. Berxwedanek mezin û pêşxistina xwerêveberiyê pêş xist. Ji ber vê yekê hemû cîhanê pergala KJA ji bo xwe kir mînak. Jinan bêtir hêza xwe dît û ji xwe bawer bûn. Ketin ferqa xwe. Sembola vê yekê jî endamên KJA'yê Sêvê, Pakizel, Fatma, Asya, Taybet û gelek jinên di qada bernxwedana xwerêveberiyê de bûn sembol."

‘EM VÎNA XWE ÎLAN DIKIN

Bagriyanik, bibîrxist ku pergala serdest her tim peyama 'Hûn di ber xwe bidin, hûn xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin hûn bibin xwedî vîn em dê we qetil bikin, tecawiz bikin û çanda tecavuzê rewa bikin' didin jinan û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Lê êdî jin bi ruhê azadiyê dijîn. Bi ruhê azadiyê di her qadên jiyanê de di ber xwe didin. Ji niha û şûnde ruhê jinan ruhê azadiyê ye û bi ruhê azadiyê di ber xwe didin. Ji ber vê yekê pergal dibêje hûn di ber xwe bidin em dê hemû rêbazên faşîst bikar bîkin. Heta niha me serî netewand, ji niha û şûnde jî em serî natewînin. Hebûna me azadiya me ye. Bawerî û têkoşîna me ye. Em ne bê hêvî ne. Em vîna xwe îlan dikin. Me biryara berxwedanê stendiye."

‘EM REWA NE JI BER EM MAFDAR IN'

Bagriyanik, bibîr xist ku ev êrîşên li dijî jinan pêş dikevin ne tenê li diji jinên kurd û herêmê ne, her wiha li dijî hemû jinên cîhanê yên di ber xwe didin û têkoşîna azadiyê didin e. Bagriyanik, xwest hemû jinên rastî tundiyê û êrişan tên li dijî pergala faşîst û zordar di ber xwe bidin û hêza xwe bikin yek. Bagriyanik, da zanîn ku wekî jinên kurd û gelê kurd tu carî di nava tevna dewletê de cih negirtin û her dem di ber xwe dan û wiha pêde çû: "Dibe ku OHAL ji bo pergalê rewa be. Lê ji bo me ne rewa û ne zagonî ye. Em rewa ne ji ber ku em rewa ne em mafdar in. Ji ber vê yeke têkoşîna me ya azadiyê jî mafdar e."

‘TU KES NIKARE LI PÊŞ RUHÊ AZADIYÊ BIBE ASTENG'

Bagrianik, bibîr xist ku piştî jinan biryar da û piyê xwe li erdê da û destê xwe rakir, tu hêz nikare li pêş biryar û bernxwadanawan bibe asteng û pergala AK Partiyê jî nikare bibe asteng û wiha got: "AKP pergala şer e. Ji bo şerê xwe herî zêde êrîşî vîn û bîrdoziya jinê dike. Em dê li dijî pergala AKP’ê têkoşîna xwebilind bikin. Em dê mezin di ber xwe bidin. Rêberê me di hevdîtinê de ji bo 8'ê Adarê peyam dabû. Lê ev peyam ji bo 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya jinê ji ew qas derbasdar e. Rêberê me got 'îro li Rojhilata Navîn û Cîhanê du xet şer dikin. Xetek ya AKP-DAİŞ e. Ev xet dixwaze jinê bike kole. Xeta din jî xeta azadiya jinê ye. Dixwaze li ser bingehê azadiya jinê pergala demokratik, ekolojik û azadiya jinê ava bike. Ev herdu xet şer dikin.' Em dê bibin parazvanê perspektifa Rêberê xwe."

‘GER KU DÎWARÊ TIRSÊ HILŞEWIN EM DÊ BI SER BIKEVIN'

Bagriyanik, herî dawî xwest her kes dîwarê tirsê hilweşînin û tu fêda tirsê ji kesî retune ye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Îro du xetên ku Rêberê me qala wê kiribûn şer dikin. Ger ku em dîwarê tirsê hilweşînin em dê bi ser bikevin. Ji ber vê yekê AKP dixwaze dîwarê tirsê ava bike û bilind bike. Em dê vî dîwari hilweşînin û em dê bi ser bikevin. Tenê xetek me heye ew jî xeta berxwedan û rizgariyê ye. Îro tişta li meclîsê tê niqaşkirin dixwazin tundiya li ser jinê rewa bikin. Em vê biryarê nas nakin. Bi wesîleya 25'ê Mijdarê em bang li hemû jinan dikin ku têkoşînê mezin bikin. Tişta ku em dibêjin tecawiz ne çanda ku tene li ser bedena jinê tê pêşxistin, li dijî azadiya jinê ye. Divê herî zêde mêr têkoşîna vê yekê bidin. Îro civaka me û axa me di bin mêtîngeriyê de ye. Hêza me ya em bi ser bikevin heye. Divê em dîwarê tirsê hilweşînin bes e. Yên bi ser bikevin em in."