'Wê ew zagon di Meclîsê re derbas nebe’

STENBOL – Rêxistinên jinan ên li dijî “sererastkirina îstîsmara zayendî” ya ku îro jî li Meclîsê hevdîtina wê pêk hat bertek nîşan dan, wê di dema hevdîtina pêşnûmayê li ber Meclîsê çalakiyê li dar bixin û wê bêjin: “Wê ew zagon di Meclîsê re derbas nebe.”

Pêncşema borî piştî teklîfa zagonî ya “kesên sûcê îstîsmara zayendî kiribin dema bi kesa/ê mexdûr re bizewicin wê ceza wernegirin” berpêşî Meclîsê hat kirin, di Lijneya Giştî ya meclîsê de bi dengên AKP’yiyan hat qebûlkirin. Lê ji ber CHP û MHP li dijî pêşnûmayê derketin, pêşnûma ji ber dengên pir wernegirt wê sibê dubare hevdîtina wê pêk bê.

Piştî li raya giştî xwe da der, di serî de huqûqnas gelek derdor li dijî wê bertek nîşan da û her wiha wê hin rêxistinên jinan jî, saeta ku hevdîtina pêşnûmayê pêk bê wê li ber Meclîsê çalakiyan li dar bixin.

'JI BO ZAGON DERBAS NEBE EM HER ROJ LI QADA NE’

Berdevka Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) a Stenbolê Pinar Turk dest nîşan kir ku, ew wek jinan bi pêşvajoyên zehmetir re rû bi r» mane, lê belê ew ê pes nekin û ji bo zagon di Meclîsê re derbas nebe, ew ê her roj li qadan bin. Turk got ew li dijî vê zagonê bang li her kesên biw ijdan dikin û wiha axivî: “Divê ev pêşnûmaya zagonê demildest bi paş ve bê kişandin. Em ê wek jinan, di saeta hevdîtina vê zagonê de li her derî dakevin qadan. Em li qadan dijayetiya xwe yî li dijî vê zagonê biqîrîn.”

‘EM Ê SIBÊ LI BER MECLÎSÊ WÊ ŞERMEZAR BIKIN’

Endama Barîkata Xemrî Dîlek Başalan jî got, ji roja ku pêşnûma hatiye bihîstin ew li gel rêxistinên jinan ên din li qadan bertek nîşan didin û wiha got: “Em ê sibê di şermezarkirina lu li be rMeclîsê tê plankirin de cih bigirin. Ev pêşnûma dide nîşandan ku, bê pêşeroj çiqas ber bi tarîtiyê ve diçe. Heke em dengê xwe drenexin, wê di bin navê zagonê de hemû mafên jinan ji dest wan bên girtin. Heta ev pêşnûma bi paş ve neyê kişandin ew ê li kuçeyan bin. Em qethiyen qebûl nakin.”

'JI BO PARASTINA BEDENA XWE TÊKOŞÎN’

Ji Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz jî got, bi sererastkirinê re wê keda jinan a li dijî “zewaca di temenên biçûk” de bi zagonê dixwazin hemû li valahiyê bê derxistin. Endama Koordînasyona Meclîsa Jinan a HDK’ê Sabahat Erdogan jî wiha got: “Ne exlaqî û ne jî wijdanî, divê mirov bêdeng nemîne. Ev sûcekî mirovahiyê ye û divê çav li vê zagonên neyên girtin. Ji bo parastina jîn û bedena xwe, heta ev zgaon bê betalkirin em ê têbikoşin.”

‘EM Ê BI HÊZÊ LI HEMBERÎ WAN RAWESTIN’

Ji Jinên Kedkar (EKA) Nûrten Karahanci ya kup irsî, “Ev zagonên der abrê jin û zarokan de li ser hevdu tên derxistin tirsa çî ye?” diyar kir ku, ew ê lid ijî pêşnûmayê kuçeyan neterikînin. Karahanci wiha bang kir: “Em ê ew kesên ji me ditirsin, bi hêzeke n-bêtir bitirsin em ê li hmeberî wan rawestin. Em jin dixwazin cîhaneke ku wek zarokan xeyal dikin, bi merqaî pirs dikin û biakribin şekirian bixwin ava bikin.”

‘WÊ EW ZAGON DI MECLÎSÊ RE DERBAS NEBE!’

Ji Fîlmmorê Melek Ozmen jî wiha bertek nîşan da: “Jin bi roja ne serî hîldane, li kuçeya ne û em tenê tiştekî dibêjin: Wê ew zagon di Meclîsê re derbas nebe! Em jin, hemû raya giştî ji bo ev zagon bi paş ve bê kişandin, li paceyan bi daliqandina pankaratan, roja sêşemê çûyîna Meclîsê, çi ji destê me bê em bikin û bi hevdu re bi yek dengî bibêjin: “Wê ew zagon di Meclîsê re derbas nebe!”