AMED - Endama MYK a DBP'ê Fatma Gul diyar kir ku di hevdîtina jinan de li ser pêşniyaran weke jinên kurd xwe bi navê TJA rêxistin kirine, lê ev nayê wateya ku ji sîstema KJA'yê vegeriyane û wiha axivî: "Di vî pêvajoyê de me nîşanî hemû kesan da ku em bêalternatîf an jî neçar nînin, di vî mijarê de me tedbîrek pêş xist."
Kongreya Jinên Azad (KJA) k udi gelek qadan de xebat ji bo jinan dan meşnadin û bi biryarnameya KHK’ê hat girtin, êdî dê bi navê Tevgera Jinên Azad (TJA) riya xwe berdewam bike. Piştî hevdîtina jinan a bi banga Meclîsa Jinan a DBP’a Amedê hat kirin û ji Tirkiyeyê û cîhanê jin beşdarbûn, bi pêşniyarên hatin TJA hat îlankirin. Jinên ku dê xebatên xwe bi TJA’yê bidomînin, bi vê re bûn bersiv ji kesên ku xebatên wan didin sekinandin. Endama MYK’ê ya DBP’ê Fatma Gul derbarê xebatên TJA’yê de nirxandin kirin û diyar kir k udi hevdîtina TJA hat îlankirin de hêz û moralek mezin derketiye holê.
‘MODEL Û PERGALA ME YA BINGEHA KJA YE’
Gul, da zanîn ku wan civîna ku ji bo her kesî zehmet û di şertên zehmet de pêkanîne û wiha got: “Lê vê civînê hêz da hemû jinan. Me TJA îlan kir lê nayê wê wateyê ku me dest ji pergala KJA’yê berdaye. Em tu caran dest ji vê modelê berbadin. Ev ji bo me pêvajoyek derbaskere. Model û pergala me ya bingehîn KJA ye. Me û tevgera jinên kurd xwest di vê pêvajoyê de nîşanî hemû kesî bidin ku em ne bê alternatîf û bê çareserî ne.”
‘LI DIJÎ TESLÎMBÛYÎNÊ EM NE BÊ ALTERNATÎFIN’
Gul, anî ziman ku bi tedbîrê dê KJA xebatên xwe bi navê TJA berdewam bike û wiha pêde çû: “Heta em biqanûnbûn û destkeftiyên KJA’yê carekdin bidest bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê xebatên xwe bi fîîlî bidomînin. Me di vê pêvajoyê de wekî TJA’yê xwe birêxistin kir. Me bi pêvajoya îlankirina TJA’yê peyam da dijmin û dostên xwe. Tevgera jinên kurd li dijî zext, çewisandin, ferzkirina teslîmyetê tu caran bê alternatîf nîne. Bi taybet li pêşiya me 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê ya Navneteweyî heye. Di rojek wiha de darxistina civînek wiha û îlankirina TJA’yê bersiveke ji vê rojê re. Hûn jî dizanîn k udi bin navê îstîsmara zayendî de dixwazin qanûnek nû derxînin. Ev qanûn tecawîzê li hemû jin û civakê ferz dike. Ev vekirina pêşiya tecawîzane. Me li dijî êrîşê zayendî yên di şexsê jinên kurd de hatin pêkanîn û polîtîkayên hatine meşandin li hemû qadan lli ber xwe da û têkoşîn meşand. Ji bo dema pêşiya me ji bo ev qanûn dernekeve, em ê polîtîkayeyk stratejî ya jinan ava bikin û di çerçoveya vê polîtîkayê de em têkoşîna xwe mezintir bikin.”
‘EM BANG LI JINAN DIKIN DI 25’Ê MIJDARÊ DE DAKEVIN QADAN’
Gul, bi lêv kir ku jinên kurd îro ji her demê zêdetir bihêzin û wiha axivî: “Em ê tu caran ji vê hêzê tawîz nedin. Me bi bedelên giran xwe gihandiye vê rojê, ligel hemû çewisandin û bêderfetiyan me dest ji têkoşîna xwe berneda. Bi boneya hefteya 24’ê Mijdarê em ê di 25’ê Mijdarê de li Parka Koşuyoluyê bên cem hev û meşekê li darbixin. Ev ê bi TJA’yê re destpêkek be. Ji bo em pergal û modela xwe bidixin meriyetê em ê bi hêz bisekinin. Ji bo m têkoşîna zayendî di nava civakê de bidin avakirin em ê li qadan bin. Banga me ji bo hemû jinane. Divê hemû jin tevlî vê meşê bibin. Îro ne tenê gef li jinên di qadên xebatê de ne tê xwarin gef li hemû jinan tê xwarin. Ji bo em van hemû gefan ji holê rakin divê hemû jin wê rojê li qadan bin û dengê xwe bilind bikin.”