'Ji bo Ozgecan neyên qetilkirin em her kesî vedixwînin 'Na'yê'

EDENE- Jinên edeneyî, diyar kirin ku ji bo ew cinayetên jinan rawestînin ew ê bibêjin 'Na' û wiha gotin: "Ji bo Ozgecanên nû neyên qetilkirin em her kesî vedixwînin Na'yê."

Li seranseriya welat, hêzên ked û demokrasiyê, partiyên siyasî têkildarî referandûmê bênavber xebatên "Na"yê bi rê ve dibin. Li Edeneyê jî jinan diyar kir ku ew ê ji bo "Na"yê tevbigerin û sedemên xwe rêz kirin. Endama Partiya Şoreşger Aycan Gaye, diyar kir ku di pêvajoya OHAL'ê de têkildarî jinan tu geşedanên baş çênebûne û wiha got: "Dibêjim 'Na', çimkî xwestin qanûnên ku îstismarê rewa dikin çêbikin, cinayetên jinan zêde bûn û bêyî kujer bên cezakirin hatin berdan." Gaye, dest nîşan kir ku li seranseriya Tirkiyeyê pirgirêka jinan bi hikûmeta AK Partiyê re her diçe zêde dibe û li gel vê jî serdestiya mêr û feraseteke paşverû şax vedide.

HETA BIKARIBIN EW Ê 'NA'YÊ BIQÎRIN

Gaye, anî ziman ku li her qadê jin li ber xwe didin û tenê rizgariya jinê bi têkoşîna wê re pêkan e û wiha got: "Heke di referandûmê de pergala serokatiyê bê qebûlkirin, tu tu ferqa Tirkiyeyê ji Îranê nemîne. Ji ber vê divê jin bêjin 'Na'." Haerî dawî Gaye anî ziman ku, di guherandina Qanûna Bingehîn de têkildarî jinan tu xebat cih nagirin û dest nîşan kir ku, li dijî vê polîtîkaya nêrza, li dijî tekparêzî û nîjadperestiyê heta bêhn û dengê wan derkeve ew ê bibêjin "Na" û daxwaza azadiya jinê bikin.

'HEKE 'ERÊ' DERKEVE DÊ MIRIN ZÊDE BIBIN'

Rêvebera HDP'ê Suzan Yildirim jî dest nîşan kir ku, bi qanûneke bingehîn a faşîzan dixwazin jinê tune bikin û diyar kir ku, heke di refarndûmê de "Erê" derkeve dê tu ferqa welat a ji Îrana ku jinê nahesibîne nemîne. Yildirim, dest nîşan kir ku mirina jinan a bi OHAL'ê re zêde bû, heke di referandûmê de "Erê" derkeve ev ê zêdetir bibe û anî ziman ku, ji bo dawîlêanîna mirina jinan ew ê bibêjin "Na".

JI BO OZGECANÊN NÛ NEMIRIN 'NA'

Endama Şaxa Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal a Edeneyê Sevim Alkan, got ji bo jin neyên kuştin ew ê bibêjin "Na" û wiha axivî: "Ji bo welat neyê asta birêvebirina şerîatê em dibêjin 'Na'. Ji bo Ozgecan û jinên din neyên kuştin û ji bo Ozgecanên nû çênebin ew dibêjin 'Na'."

'EM Ê JI TECAWIZÊ RE NEBÊJIN 'ERÊ''

Endama Platforma Jinê ya Edeneyê Sultan Çagatay jî wiha got: "Di referandûmê de gotina 'Erê' erêkirina tecawiza zarokan e Gotina 'Erê' erêkirina dijmanatiya bi jinê re ye. Ji ber vê em li dijî vana hemûyan dibêjin 'Na'. Ji bo Ozgecanên nû çênebin, divê hemû jin bibêjin 'Na'. Ji bo li dijî şer parastina aştiyê divê em hemû bibêjin 'Na'."