EDÎRNE - Bazara Kedê ya Jinê ya bi mebesta jin bi firotina berên bi destan çêdikin û piştevaniya aboriya malê bikin di bin banê Şaredariya Edîrneyê de hat vekirin, ji sala 2006'an heta niha ji bo jinên teqawîd qada îstihdamê ye.
Bazara Kedê ya Jinê ya bi mebesta jin bi firotina berên bi destan çêdikin û piştevaniya aboriya malê bikin di bin banê Şaredariya Edîrneyê de hat vekirin, ji sala 2006'an heta niha ji bo jinên teqawîd qada îstihdamê ye. Bazar her çarşem, şemî û yekşemê li qada Parka Antîkê ya li navenda Edîrneyê ye tê danîn. Li bazarê jin betanî, kincên pitikan, patîk, şal û eşyayên xişrî yên rengorengo ku li malê çêdikin li ser dezgehan radixînin. Piraniya kirîgerên berên ku di navbera 15-20 TL'î de tên firotin jî turîstin ji Yûnanîstan û Bûlgarîstanê ne.
Li ber her dezgehî jin hene û bêyî vala bisekinin li ber muzîkên xwemalî herêma Edîrneyê ne berên xwe çêdikin. Jinên ku dema me bi wan re sohbet dikir jî dev ji çêkirina berên xwe bernedidan, diyar kirin ku wek her kesî rewşa aborî bandorê li wan jî kiriye.
‘DEMA EM LI MALÊ RÛNÊN DÊ KÎ PEREYAN BIDE ME?'
Kafiye Çel a ji roja ku bazar hatiye avakirin heta niha dezgeha xwe vedike, li gel temenê xwe yê zêde jî ji bilî reşên awarte her heftê rojê 3 rojan li bazarê ye û got, ew bi vî karî piştevaniya aboriya malê dike. Çel, diyar kir ku ji ber derfeteke wisa ji bo jinan hatiye afirandin ew kêfxweş in û wiha got: "Em pêdiviyên xwe bi cih tînin û heqê nanê xwe derdixin. Heke em li malê rûnên dê kî pereyan bide me? Dema em li malê rûnên dê tu kes nede me keça min."
‘BERÊ KARÊ ME BAŞTIR BÛ'
Firdev Deveci jî li gel temenê xwe yê zêde tê bazarê û piştevaniya aboriya malê dike û got, li gor rewşê carinan ew kar dikin carinan jî nakin. Deveci, diyar kir ku berê karê wan baştir bû û got, krîza aborî bandorê li wan jî kiriye.
Medya Puştanli jî diyar kir ku, li gor berê karên destan zêde rastî eleqeyê nayên û got, ev jî ji ber krîza aborî ye.
‘EM JI KARÊ XWE MEMNÛN IN'
Minire Goçmen jî, ji ber ew pişetvaniya malê dikin û kesê tên vir nas dikin kêfxweş in. Goçmen, diyar kir ku rewşa piyaseyê nebaş e û wiha axivî: "Carinan kar dibe carinan nabe. Dema dibe em kêfxweş dibin. Mînak, dema kes ji bo geşt û seyranê tên karê me dibe. Lê dîsa jî em ji karê xwe memnûn in."