Trakyayî ji serokdewletiyê re dibêjin 'Ayır'

EDÎRNE - Xwendekarên jin ên Zanîngeha Trakya ku xebata kampanya "Na" dimeşînin, bi ser navê "Gelê Trakya ji Serokdewletiyê de dibêjin 'Ayır'" û belavoka "Fatûreya Serokdewletiyê" a îcreetên AK Partiyê yê 14 salan vedibejin amade kirin. Xwendekarên jin gotin "Xwendekarên Zanîngehê jî dibîn Na'" dest bi xebatan kirin.

Xwendekarên jin ên Zanîngeha Trakya bi ser navê “Gelê Trakya ji Serokdewletiyê re dibêje 'Ayır' " belavokên "Fatûreya Serokdewletiyê" ya xebatên AK Partiyê ya 14 salan vedibêje amade kirin. Xwendekarên jin ên Endamên Malên Gel û Malên Kolektifa Jinê bi silogana "Xwendekarên zanîngehê jî ji Serokdewletiyê re dibêjin 'Na' " dest bi kampanya "Na" kirin. Xwendekara Beşa Radyo TV ya Zanîngeha Trakya Derya Saadet diyar kir ku jin li her qadê rastî tacîz, êrişa zayendî, dijminatiya jinê tên û ji ber vê yekê dê xebatên "Na" bi rêxistin bikin. Saadet, anî ziman ku bi zagona Kurtajê li ser bedena wan biryar dan û wiha got: "Me ji zagona kurtajê re got 'Na' Mehên borî tecawizkar parastin. Me destûr neda. Me bi dehan caran ji dijminantiya jinê re got na. Em dîsa dibêjin "Na" û em wekî jin ji 'Dîktatoriya Yek Zilamî' re dibêjin "Na".

'TRAKYA DIBÊJE ‘AYIR’

Saadet anî ziman ku AK Parti 15 salên îktîdarê bi zextan xwest her kesî têxe bin kontrola xwe û wiha got: "Lê em fêrî vê yekê nebûn û em fêrî vê yeke nabin. Ji bo "Gelê Trakya çima Dibeje 'AYIR' em dê bi belavokên "Fatûreya Serokdewletiyê" deri bi derî, mal bi mal bigerin û ji her kesî re bêjim çima em di referanduma 16'ê Nîsanê de dibêjin "Na". Dema em van fatûreyan belav dikin em bersîvên xweş digirin. Dema em nivîsa “Trakya dibêje ‘Ayir’" nîşan didin ew jî dibêjin "Em jî dibêjin ‘Ayır’ be ya!" Bi tevahiya Trakya dibêje ‘Hayır’. Heta niha yên gotine Evet’ derneketiye.

EM BI HÊVÎ NE

Xwendekara Beşa Wêje û Zimanê Ermenî ya Zanîngeha Trakya Deniz Karabulut jî anî ziman u wan strana "Hayır" amade kirine û bi her kesên ku bi wan re dikein nava temasê dê dengê "Hayır/Na) bilind bikin. Karabulut, anî zimn ku ji ber şertên OHAL'e di belavkirina afiş, sticker û belavokan de zahmetiyê dijîn û wiha got: "Ji bo jinên di malê de hatine hepiskirin û rastî tuniya zilam-dewletê tên bêjin "Na" gelek sedem hene û ew dê van sedeman ji her kesi re bêjin.

Deniz Karabulut, anî ziman ku di her serdemên zor de jin pêşengiyê dikin û dê dîsa jin pêşengiya vê pevajoyê bikin. Karabulut, anî ziman ku wan jinan bi sutyenan û pedan li erdê "Na" nivisandin û jinên ev yek dîtin ken bi ruyê wan ket.

GELEK SEDEMÊN NA HEYE

Xwendekara beşa Tenduristiyê ya Zanîngeha Trakya Kubra Meriç jî anî ziman ku Pergala Serokdewletiyê ji bo Tirkiye ne guncav e û wiha got: Serokomar niha fermandê dide her kesî. Fermandê dide meclîsê, dide akademîsyenan. dide rojnamegeran. Kurdan digire, jinan bêdeng dike. Ya herî giring çavê xwe ji zagona tecawizê re girt. Vakfa Ensar parast. Ji bo jin bêjin 'Na' gelek sedem hene.

Xwendekara Beşa Erdkolojiyê ya Zanîngeha Trakya Merve Bektaş jî anî ziman ku wekî jinekê tê wêdekirin û hemû mafê wê tê tunekirin û ji ber vê yekê dê bêje