‘Em ê li dijî feraseta tekparêz bi ruhê 8'ê Adarê bitêkoşin'

ÎZMÎR- Li Îzmîrê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û jinên TJA'yî, gotin ew ê li dijî polîtîkayên dijminahiya jinê yên îktîdara Ak Partiyê derî bi derî "Na"yê birêxistin bikin.

Li Îzmîrê, Meclîsa Jinan a HDP'ê û endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), ew ê ji bo referandûmê derî bi derî "Na"yê birêxistin bikin û dest nîşan kirin ku, dê sibeha 17'ê Nîsanê serketin a vîna jinê be.

‘DEWLET JI HÊZA JINÊ DITIRSE'

Endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Reyhan kumru, ragihand ku ji bo di referandûmê de "Na"yeke hêzdartir birêxistin bikin, ew derî bi derî digerin û got, ew ê tevî jinên îzmîriyî ji bo azadiyê û ji bo bedenên jinan li nav kuçeyan neyên teşhîrkirin têkoşîna "Na"yê bilindtir bikin. Kumru, reng, ziman, nîjad û mezheb çi dibe bila be ji bo "Na"yê bang li hemû jinan kir û wiha axivî: "Yekzilam, wateya her tişt di dest wî de ye. Em jinên azad feraseta tekparêz qebûl nakin û em ê li kuêeyan rengê 'Na'yê bilind bikin. 15 sal e feraseta AKP'ê heye. Di serdema hikûmeta AKP'ê de cinayetên jinan, tecawiz, şewitandin û rûxandin her diçin zêde dibin. Erdogan û feraseta AKP'ê dixwaze jinan hepsî malê bike. Dewleteke ku ji rêxistinbûyîna jinan ditirse, êrîşî jinan dike û serî li şidetê dide. Dewlet ji hêza jinê ditirse."

‘EM Ê TILÎLIYÊN XWE BILIND BIKIN'

Kumru, dest nîşan kir ku dê azadî, berxwedan û têkoşîna jinê di 16'ê Nîsanê de bibêje 'Na' û sindoqan biparêze û wiha axivî: "Em li hemû herêmên Îzmîrê mal bi mal civînan çêdikin û tenê ne ji bo 'Na'yê, em hemû jinan ji bo xwedî derketina sindoqan jî vedixwînin. Her sindoq azadî û vîna jinê ye. Her deng têkoşîna jinê ye. Em ê bi rengên xwe sindoqan biparêzin. Em ê li dijî feraseta tekparêz bi ruhê 8'ê Adarê bitêkoşin, em ê bi geşiya Newrozê têkoşînê bilind bikin û em ê di 17'ê Nîsanê de bi govend, horon û tilîliyên xwe serketina xwe pîroz bikin."

‘EM Ê LI BER XWE BIDIN'

Endama TJA'yê Leyla Kaygisiz jî got ew ê wek jinên îzmîrî li dîjî modernîteya kapîtalîst a pergala seredesr a mêran bibêjin "Na" û ragihand ku, dê azadiya jinê ji bo civakeke demokratîk ber bi sindoqan ve bibeze. Kaygisiz wiha got: "Em li dijî rejîma yekzilamî ne. Em li herêma Konakê xebatên taxan dimeşînin. Em ê ji bo hemû jinên li qadên berxwedanê bibêjin 'Na'. Em ê di 16'ê Nîsanê de bi rengên xwe bi tilîliyên xwe liq adan bin. Sedema herî mezin a gotina me ya 'Na'yê ew e ku êdî jin negirîn, neyên qetilkirin e. Ji bo rawestandina cinayetên jinan 'Na'."