Jinan ji bo yekîtiya netewî zend û bend badan

AMED - Endama komîsyonê Duysal Karataş a der barê civîna jinan a ji bo amadekariya kongreya netewî axivî, got di pêvajoyeke wisa de yekîtiya netewî bivê nevê ye. Karataş, ragihand ku di rojeva wan de civîneke ku her 4 perçeyê di xwe de dihebîne heye.

Li Amedê, di 12'ê Sibatê de di çarçoveya amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd de Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên di partiyên Kurdistanî de cih digirin civînek çêkirin. Ji her partî û saziyê nêzî 30 jin beşdarî civînê bûn. Divê civînê de komîsyoneke ji 6 kesan pêk tê hat avakirin. Dê komîsyon ji bo li her 4 perçeyên Kurdistanê jin bên gel hev û civînê çêbikin, tevbigere. Endama komîsyona ku her jina kurd kare tê de cih bigire Koordînatora Tevgera Azdiyê Duysal Karataş, têkildarî xebatan axivî.

‘DI VÊ PÊVAJOYÊ DE YEKÎTIYA NETEWÎ BIVÊ NEVÊ YE'

Karataş, diyar kir ku hemû jinên Kurdistanî beşdarî wê nebûne, lê belê piranî jê tê de cih girtine û dest nîşan kir ku, civîneke zaf erênî û pozîtîf hatiye çêkirin. Karataş, anî ziman ku di pêvajoyeke wisa de çêkirina civîneke bi vî rengî moral daye jinan û diyar kir ku, di vê çarçoveyê de hedefa wan ew e ku bi perspektîfeke ku dê her 4 parçeyan di xwe de bihebîne tevbigerin. Karataş, anî ziman ku dem dema yekîtiya netewî ye û dest nîşan kir ku, di vê serdemê de tiştekî elzem û bivê nevê ye.

‘EM Ê JI BO YEKÎTIYÊ BIXEBITIN'

Karataş, got ew ê wek jin pêşengiya yekîtiya netewî bikin û wiha axivî: "Ji dîrokê heta niha jinan mîsyona xwe ya pêşengiyê bi cih anîne. Her tim pêşengê serkeftinên kurdan jin bûne. Dê ji bo kongreya û yekîtiya netewî jî heman tişt çêbibe. Jin bi têkoşîna xwe ji derheqê gelek tiştan derketine. Îro jî em ê ji bo yekîtiyeke hêzdartir li her 4 perçeyan bixebitin."

‘KOBANÊ YEKÎTIYA NÎŞAN DA'

Karataş a got “Serdema me girîngî û bîrbiriya kongreya netewî di dilê xwe de hîs kir, serdema Kobanê bû" bi bîr xist ku, wê serdemê hemû kurd bûne yek wicûd û bi hesteke Kurdistanî tevgeriyane. Karataş, got destkeftiyên bi yekîtiyê li Kobaniyê hatine bi destxistin bi se rketine û wiha bang li jinên kur dkir: "Divê em hemû hestên xwe deynin hêlekê. Divê em dev ji berjewendî û weadên xw eyên şexsî berdin. Divê em ji bo yekîtiyê bixebitin."

‘EM CIVÎNEKE KU DÊ 4 PERÇEYAN DI XWE DE BIHEBÎNE PLAN DIKIN'

Karataş, hin biryarên di civînê de hatine girtin parve kir û wiha got: "Li 4 perçeyan koordînasyonek hat avakirin. Niha tê çêkirin. Hevdîtin bi awayekî erênî pêş ve diçin. Em ê civîna li vir esas bigirin û em difikirin ku bi jinên li her çar perçeyî re jî bên gel hev. Di vê çarçoveyê de plana me ew e ku em bi jinên li 4 perçeyan re civînekê çêbikin. Dîsa em li deriyê hemû jinên partiyên Kurdisatnî yên tevlî civînê nebûne bixin û behsa girîngiya yekîtiya netewî bikin. Ji bo hemû saziyên Kurdistanî beşdar bibin em ê bixebitin. Bi taybetî jî em ê bi partiyên ku xwe daxilî pêkanîna kongreya netewî nakin re hevdîtinan çêbikin. Bi taybetî jî ji bo xebatên hevpar em ê pêwendiyê bi jinan re deynin."