Bi hezaran karker dest bi grevê dikin

ÎZMÎR - Şaxa 2'emîn a Sendîkaya Genel-Îşê ya DÎSK'ê ya Îzmirê piştî di peymana Tomarî (TÎS) a bi şîrketa ÎZENERJÎ ya Girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê de li hev nekirin biryara grevê stend.

Peymana Tomarî (TÎS) ya di navbera Şîrketa ÎZENERJî ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê û Şaxa 2'emîn a Sendîkaya Genel-Îşê ya DÎSK'ê ya Îzmirê de bê encam ma. Ji ber ku di peymana TÎS'e de li hev nekirin, Rêveberiya Sendikaya Şaxa 2'emîn a Genel Îşê ya Îzmirê biryara grevê stend. Bi hezaran karkerên giredayî Genel-Îşê li ser pira Konak Pierê kom bûn û heta Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmirê bi pankarta mezin a “Ji Rejîma Neheqî, Bêedaletî, Nelirêtî û nijadperestî re Na" vekirin û meşiyan. Bi hezaran karkeran dawîzên “Em bi biryarin emê bi ser bikevin" û “Karkerên bibin yek qet têk naçin" û “Hilberiner em in, hêz em in" rakirin û meşiyan. Karkeran bê navber siloganên “Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin", "Ne sedeqe peymana tomarî" û "Kar û ked tune be aştî û tuneye" berz kirin.

Di meşê de endam û rêveberên KESK, partiyên siyasî û rêxistinên civakî jî piştgirî dan karkeran. Seroke 2'emîn Şaxa Genel-Îş'ê Arif Yildiz, anî zimanku hevditinên TÎS'ê di cotmeha 2016'an de dest pêkir û nêzi 4 mehin didomin. Yildiz, anî ziman ku peyman ji 64 xalan pêk tê û li ser 17 xalan li hev nekirine.

Yildiz, anî ziman ku ji bo mafê xwe biparêzin biryara grevê girtine ger ku li hev nekin de di 27'ê Adarê de dest bi grevê bikin û wiha got: "Niha li şîrketa ÎZENERJÎyê 3 hezar û 900 endamên mebi salan e kar dikin û kedê didin. Em dixwazin mafên wan bê dayîn. Em dixwazin heqê qan bê zêdetkirin. Em destûrê nadin rejîma yek zilamî. Ji bo em mafê xwe biparêzin û rê li pêş rejîma yek zilamî venekin em dê di referandumê de bêjin Na"

Karkeran piştî daxuyaniyê li pêş avahiya şaredariyê govend gerandin û belav bûn.