Qeyûm karkerên teqawît kir ji kar avêt

ÊLIH - Ertug Şevket Aksoy ê ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin Şukru Acar û Mehmet Selîm Îş ên ku teqawît kiribû dîsa bi îmzeya xwe ve ji kar derxist.

Piştî ku Alîkarê Walî Ertug Şevket Aksoy wekî qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin zêdetirê 200 karker ji kar hatin avêtin xwe negirt û 2 karkerên ku teqawît kiriye jî ji ji kar avêt. Şukru Acar û Mehmet Selîm Îş ê ku di dîrokên cuda de daxwaznameyên xwe nivîsandin û teqawît bûn di 7'ê sibatê de jî bi îmzeya Aksoy ji kar hatin avêtin.