Karkerê Sûriyeyî ji înşatê ket mir

SEMSÛR - Karkerê înşatê Ali Beko yê ji Sûriyeyê, li Semsûrê ji qatê 8’an ê înşatê ket xwar û mir.

Li Navçeya Besnî ya Semsûrê karkerê ji Suriyeyê Ali Beko ê 30 salî ji qatê 8’an ê înşatê ket xwar û mir. Beko li taxa Yeni Kent Hasan Tutun a Besniyê ji qatê 8'an ket xwar û mir. Beko, ku bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê. Beko li nexweşxaneyê li gel hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest da.