EDÎRNE - Li Edîrneyê, karkerên înşeatê diyar kirin ku ji ber ew heqê keda xwe nastînin, ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
Li Edîrneyê, karkerên înşeatê jî diyar kirin ku ew ê di referandûma 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na". Karkerên ku piraniya wan kurd in, li gel hemû zor û zehmetiyan jî bi pergala yewmiye û taşeroniyê dixebitin. Pirgirêka herî mezin a karkeran jî ew e ku ew heqê keda xwe nastînin û krîza aborî bandoreke zêde li wan kiriye... Ji ber vê me têkildarî referandûmê tercîha karkeran ji wan pirsî. Karkeran sedemên xwe yên "Na" vegotin.
‘JI BER NEÇARIYA XW EZ Ê BIBÊJIM 'NA''
Erdogan Koçer (61) ê bi salan li înşeatan dixebite, li gel temenê xwe yê zêde jî diyar dike ku ew mecbûr e bixebite. Koçer wiha got: "Ez li înşeatê radizêm û radibim. Heta vî temenê xwe xebitîm, êdî hêza min nemaye. Heke mehaneyeke hindik jî bo min bê deyîn dê baş be. Ji bo meaş rapor xwestin. Min çû wergirt, lê qebûl nekirin. Heke dewlet bi qasî bikaribim jiyana xwe îdame bikim tiştek bidana min, dê têra min bikirana, lê nade. Tu ewleyiyeke min jî tune ye, çopek min jî tune ye. Şaredarî 3 mehan carekê 240 lîreyî dide min, lê ev têr nake. Belê, rê çêkirin, nexweşxane çêkirin, lê weke min bi hezaran mirov hene, bêçare, bêwar û bêmal in, tu ewleyiyeke wan a civakî tune ye." Koçer, got ew ê di referandûmê de ji ber nikare dengê xwe ragihînim, ji ber bêr bêçaretiya xwe bibêje "Na" û wiha axivî: "Belê, Serokomar dibêje 'Em kesî li derve nahêlin' lê tu carî li kesên wek min napirse, nabîne. Pereyê min tune ye, lê deyndarê maliyeyê me. Ez ê ji bo vana bibêjim 'Na'."
‘JI BER EM HEQÊ KEDA XW ENASTÎNIN EZ Ê BIBÊJIM 'NA''
Karkerê bi navê Maksut Konyar (27) jî wiha got: "Saet di navbera 08.00-18.00'an de li înşeatê dixebitim. Yewmiye di navbera 90-100-120 TL'yî de diguhere. Ev carinan li gor keda me ye, lê carinan jî na. Em dixebitin, lê carinan kar heye carinan jî tune ye. Krîza aborî bandorê li me jî dike. Demir, texte nayê. Dema neyên beton jî dernayê. Pereyê xebatkaran nadin. Dema wisa be ji yê mezin bigire heta yê biçûk bandorê li hemûyan dike." Konyar ê ji ber dê di reverandûmê de bibêjin "Na" hosteyê wî bertek nîşanî wî da wiha got: "Ez ê di referandûmê de bibêjim 'Na'. Em kedkar in, ji ber heqê keda xwe nastînin em ê bibêjin 'Na'."
‘EZ NAVEROKA QANÛNA BINGEHÎN RAST NABÎNIM, EZ Ê BIBÊJIM 'NA''
Hasan Akar (50) ê 30 sal e hosteyê qalibe jî wiha axivî: "Ez karê qalib dikim. Em wisa didomînin. Yewmiye di navbera 80-120 lîreyî de diguhere. Bi Xwedê ev ne heqê keda min e, lê ka em çi bikin... Krîza aborî jî bandorê li min dike. Malzeme buha ne... Dema wisa be karker nikarin bixebitin. Ji ber krîza aborî niha kes kar nake... Li piyaseyê pere tune ye. Li vir mala min tune ye, li xerîbiyê me. Zivistanê li Îdirê kar tune ye, em jî tên van deran dixebitin." Akar, diyar kir ku ew naveroka qanûna bingehîn a nû rast nabîne û wiha got: "Ez ê bibêjim 'Na'. Ez naveroka qanûna bingehîn a nû rast nabînim. Ji ber vê ez ê bibêjim 'Na'. Em li vir 15 kes dixebitin, em ê hemû bibêjin 'Na'."