Kedkarên Cemaweriyê Erdogan rexne kir: Bedelê te dixwest ev bû?

ENQERE/ÎZMÎR - Kedkarên cemaweriyê yên hatin îxrackirin çalakiyên xwe berdewam kirin. Kedkaran bal kişandin ser akademîsyenê aştiyê ku li Edene întîhar kir û helwesta Serokomar Erdogan a 'Profesor be jî asîstan be jî dê bedel bidin' rexne kirin û gotin: "Bedelê ku te dixwest ev bû?”

Endam û rêveberên Platforma Şaxan a Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Enqereyê bi armanca karmendên ji kar hatin îxrackirin şermezar bike daxuyanî dan û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Endam û rêveberên KESK'ê pankartên, “Em dê li dijî îxrac û dûrxistinê di ber xwe bidin Em dê bi ser bikevin" û “Ji bê hiqûqiya OHAL'ê re na" vekirin û bê navber siloganên “Zext me bêzar nakin","Em dê bi berxwedanê bi ser bikevin" û û "Bijî têkoşîna me ya bi rêxistinkirî" berz kirin. Komê beriya daxuyaniyê ji bo asîstanê Fakulteya Zanistî û Îktîsadî ya Zanîngeha Çukurovayê Mehmet Fatih Tiraş ê ku ji ber îmze avêtibû Danezana Aştiyê û ji heywirê hatibû îxrackirin û întîhar kiribû deqeyekê rêz girtin.

Li ser navê Platforma Şaxan a KESK'ê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Enqereyê Rona Temelli daxuyanî da. Temelli, diyar kir ku îktîdar ji bo polîtîkayên neo-liberal OHAL'ê dike maşik û wiha got: “Bi biryarên KHK’yan bi deh hezaran kedkar hatin îxrackirin û dawî li karê wan anîn. Bi deh hezaran karker û kedkar betal man. Binçavkirin, girtin, înfaz, girtina rojnameger û wekîlan heye. Pêvajoya OHAL'ê ya îro bi xwe darbe ye." Temelli, bang li raydarên hikûmetê kir û wiha got: "Dest ji van polîtîkayên zext û faşîzmê berdin. Hevalên me yên we ew îxrac kirine dîsa karê wan bidin wan. Astengî û qedexeyên azadiya ramanê û azadiya rêxistinbûnê rakin. Dest ji êrîşên li dijî hêzên demokrasî, jin û zarokan berdin. Em wekî KESK diyar dikin ku li dijî polîtikayên îxrac û zextan serî natewînin. Em dest ji têkoşîn û mafê xwe yê hiqûqî bernadin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê her dem li dijî hemû êrîşan ji bo parastina xwe ya rêxistinî têkoşina xwe berdeam bikin. Ji bo hevalên me yên hatin îxrackirin û dûrxistin dîsa vegerin karê xwe emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li dijî van pêkanînên dijdemokratîk û îxracên der hiqûqî têkoşîna xwe ya berxwedêr berdewam bikin.

Akademîsyenê ji Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin Yasin Durak jî bal kişand ser rewşa asîstanê întîhar kir û wiha got: "Serokomar Tayyip Erdogan got "Profesor be jî asîstan be jî divê bedel bide" Em dipirsin bedelê ku te digot ev bû?"

Endamê SES'ê Mahmut Konuk ku hat îxrackirin jî diyar kir ku dê hefteya li pêş li ber Navenda Civakî ya Dikmen Çankaya dest bi çalakiya rûniştinê bike.

LI ÎZMÎRÊ JÎ ÇALAKÎ PÊK ANÎN

Platforma Şaxan a KESK'ê ya Îzmirê jî bi heman armancê çalakiya rûniştinê li Qada Narlidere ya Demokrasiyê berdewam kirin. Endamen KESK'ê di çalakiyê de pankartê "Em bi sirgûn, îxrac û sirgûnan teslîm nabin" vekir dowîzên "Ji îxracan, OHAL û KHK yan re Na" û "Em serî danînin. Em teslîm nabin" bilind kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu û gelek kesên din jî tev li daxuyaniye bûn.

3 HEZAR Û 115 ENDAMÊN KESK'ê HATIN ÎXRACKIRIN

Li ser navê Komê Hevseroka Şaxa Hêjmar 6 a Egîtîm Sendê Necla Akgun, daxuyanî da. Agun jî ani ziman ku herî dawî bi biryara KHK'e 4 hezar û 464 kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin û wiha got: di çarçoveya KHK'ê de 3 hezar û 115 endamên KESK'ê hatin îxrackirin.

Akgun, diyar kir ku dê li dijî hemû pêkanînên dijdemokratîk têkoşîna xwe ya bi rûmet berdewam bikin. Çalakî bi rûniştinê bi dawî bû.