Şîrketa madenê ya Şîrwanê 216 karker ji kar avêtin

SÊRT - Şîrketa Madenê ya Park Elektrîk a girêdayî Koma Cinerê ya Şîrwanê 216 karkerên madenê ji kar avêtin. Heta niha bi giştî 573 karker ji kar hatin avêtin.

Li Gundê Madenê yê Şîrwanê di 17'ê Kanûna 2016'an de hezan pêk hatibû û 16 karker di bin hezana madenê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabû. Piştre patronên şîrketa Madenê ya Koma Cinerê dest bi avêtina karkeran kir û karker ji kar dûrxistin. Herî dawî Şîrketa Park Elektrikê ya Koma Cînerê ya Şîrwanê 216 karkerên din ji kar avêt. Şîrketê berê jî 357 karker ji kar havêtibû. Bi giştî heta niha 573 karker ji kar hatin dûrxistin.