NAVENDA NÛÇEYAN- Platformên Şaxên KESK'ê yên Riha û Semsûrê bi daxuyaniyan xwestin hevalên wan ên ku hatine îxraçkirin vegerînin li ser karê xwe û peyama "dê têkoşîn bidome" dan.
Li Semsûrê Hevseroka Egîtîm Sen'ê Ayşegul Yucetaş di daxuyaniya ku hat dayîn di diyar kir ku nûnerê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Şehîn Mehmet Bînîcîer, endam Şah Îsmaîl Harmanci, Sabrî Tanriverdî û xebatkarê Daîreya Bacê ya Kolikê Mehmet Şah Tanik hatine îxraçkirin.
Yucetaş destnîşan kir ku konfederasyona wan û sendîkayên girêdayî wî di bin pêkûtiyan de ne û wiha berdewam kir: "Maf û azadiyên sendîkayan bi KHK'yan ve ji holê hatine rakirin. Aşkera ye konfederasyona û sendîkayên me tê xwestin ku bi vî rengî bên tunekirin, dixwazin me bidin poşmankirin." Yucetaş got ku ew ê endamên xwe tenê nehêlin.
Li Rihayê jî Hevserokê Egîtîm Sen'ê Mehmet Keklîk anî ziman ku hikûmet darbe kiriye fersend û endamên wan bêyî parastin, bêyî lêpirsîn hatine îxraçkirin. Keklîk wiha got: "Li bajaran amîrên sendîkayên alîgir hê jî li ser kar in. Bêyî hişyarî û lêpirsîn ev îxraçên ku hatine kirin nehiqûqî ne. Em ê wekî KESK'ê hewldanên pêwîst bidin destpêkirin. KESK dê têkoşîna xwe ya rêxistinkirî çi dibe bila be bidomîne."
JI BO PIŞTEVANIYÊ KART ŞANDIN
Meclîsa Jinê ya KESK'ê yê Edeneyê jî bi munasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinan ji jinên KESK'î yên li girtîgehan re kart şandin. Jinên ku li ber postexaneya Edliyeyê hatin cem hev daxuyaniyekî kurt dan û piştre jî kart şandin.