Ji ber saetên kar zêde ne cînayetên kar jî zêde bûn

ESKÎŞEHÎR - Nexweşxaneya Bajar a Eskîşehîrê ku hîmê wê di sala 2015'an de hatibû avêtin, ji bo di dema hatiye plankirin de bê qedandin, saetên xebatê hatin zêdekirin. Bi zêdekirina saetên xebatê cinayetên kar jî zêde bûn.

Li Taxa 71 Evler a Eskîşehîrê, di înşeta Nexweşxaneya Bajêr a çêkirina wê didome de, di 4 mehan de 2 cinayetên karî qewimîn. Înşeat ku di nav projeyên "nexweşxaneyên baqil" ên Wezareta Tenduristiyê de cih digire, li gor modela Tevkariya Taybet-Cemaewriyê tê çêkirin. Hîmê Nexweşxaneya Bajêr di Îlona 2015'an de bi beşdarbûyîna wezîrên AK Partiyê hat avêtin û haitibû plankirin ku divê sala 2017'an de biqede. Piştî înşeata nexweşxaneyê bi derengî ket, hat zanîn ku vê carê saetên xebatê yên karkeran hatine dirêjkirin.

Li Tirkiyeyê, bi zêdekirina saetên xebatê herî zêde di sektora înşeatê de cinayetên karî diqewimin. Di 13'ê Cotmeha 2016'an de bi zorandina şefê karkerê 19 salî Murat Kazik, ji bo paqijkirinê ket hundurê makîne betonê û paşê karkerek bêyî zanibe Kazik di hundurê makîneyê de ye, makîneyê dixebitîne û Kazik jiyana xwe ji dest dide. Herî dawî jî di 20'ê Sibatê de hesineke bi giraniya xwe 2 ton û nîv bi ser karkerê bi navê Ali Torun ketibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Piştî mirina karkeran me bi bavê Murat Kazik, Muharrem Kazik re axiv. Kazik wisa difikire ku, hem kurê wî Murat, hem jî karker Ali Torun ji ber îhmalê jiyana xwe ji dest dane.

‘ARIZE HEBÛ, LÊ JI BER BUHA BÛYE PATRON ÇÊNEKIRIYE'

Muharrem Kazik, diyar kir ku kurê wî Murat Kazin bi awayekî taşeronî dixebitî û wiha axivî: "Li van santralên betonê hem bi hoste, hem jî di cihê yaxê de çîpek heye. Dema ev her du neyên gel heve, makîne naxebite. Û ji xwe qapaxa santrala betonê vekirîbû. Dema qapax vekirîbe jî santral naxebite. Arizeyeke elektrîk hebûye. Beriya wê bi hefteyekê ragihandine, ji ber zêde bûha bûye patronê wan jî çênekiriye. Bûyer wisa ye. Teqez îhmal e yanî di vê bûyerê de ji sedî 99 îhmaliya kardêr heye. Bi awayekî zelal diaxivim, dê qezayeke karî ya din jî çêbibe. Çimkî li wir bi navê ewlehiya kar tiştek tune ye."

‘GUH NADIN JIYANA MIROVAN'

Kazik, dest nîşan kir ku Murat sibehê saet di 8'an de çûye kar û heta saet 3'yên şevê li mesaiyê maye û wiha axivî: "Li wir qet guh nadin jiyana mirovan. Li wir karkeran wek metayê bi kar tînin, yanî tu zanî ez dibêm çi ne wilo? Min tu mirov nedî kue z îfadeyê bidimê. Niha nêzî 150 karker doz li wê fîrmayê vekirine û hewl didin tazmînatê bistînin. Mirov dema bi rê ve diçe naxwaze pêl mirûstanekê jî bike, lê li cem vana qîmeta mirovan tune ye. Mirov li wir heta sisê, çar, şeşên şevê dixebitin. Mirov di hundurê erebeyê de radizê. Hin kes hene 24 saetan naçin malên xwe."

‘WEK HEMALA LI ZAROKÊN ME DINIHÊRIN'

Kazik, diyar kir ku beriya bûyer çêbibe bi şevekê Murat gotiye min dev ji kar berdaye û wiha got: "Beriya bûyer bi qewime bi şevekê Murat ji me re got, 'min dev ji kar berdaye, sibehê min hişyar nekin.' Lê belê, sibehê bêyî hayê me jê hebe çûye kar. Hîn jî min ev ji hev dernexistiye. Ew çû kar, an ew lê geriyan. Nizanim. Lê şertên kar zaf giran in. Dê meh û nîvek an jî 2 meh şûnde di van şertan de mirinên din jî çêbibin."

Her wiha Kazik, diyar kir ku wî xwestiye têkildarî mirina kurê xwe li ber înşeatê daxuyaniyê bide û wiha axivî: "Carekê em çûn ber înşeatê, em 17-18 kes bûn. Me yê daxuyanî bidana. Lê ji me bêtir polîs li wir hebûn. Me got belkî me bigirin, me nekir."

'ZÊDEKIRINA SAETÊN KAR CINAYETÊN KARÎ ZÊDE DIKIN'

Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku ew cinayetên karî yên li Eskîşehîrê dişopînin û got, li înşeatan bi gelemperî zêdekirina saetên kar cinayetên karî zêde dikin. Çerkezoglu wiha axivî: "Ev nexweşxane bi taybetî amûrên polîtîkayên populîst în îktîdarê ne. Ji bo beriya hilbijartinê, beriya referandûmê dengan bistînin, dixwazin li ber çavên gel polîtîkayên tenduristiyê erênî nîşan bidin. Û ji bo van înşeatan jî bigihînin, saetên xebatê zaf dirêj dikin. Li sektoreke wek înşeatê ku sektora herî bi rîsk û talûke ye, di encama pergala xebateke wisa de gelek binpêkirinan mafan û cinayetên karî çêdibin."

Çerkezoğlu, got ew ê di rojên pêş de li Nexweşxaneya Bajêr a Eskîşehîrê lêkolînê bikin.