ENQERE - Serokê Giştî yê BES'ê Fîkret Aslan ê bi biryarnameya dawî ya KHK'ê hat îxrackirin wiha got: "Bila axayên şer ên li derdora qesrê kombûne baş bizanin ku dê kedkarên welat ên birûmet çong nedeynin."
Platforma Konfederasyona Sendîkaya Kedkarê Civakê (KESK) derbarê derxistin û îxrackirina bi hezaran kedkarên cemaweriyê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Rêberir û endamên sendîkayan û KESK'ê li ser Kolana Yukselê hatin cem hev.
Velî Saçilik ê k udi sala 2000'an de li Girtîgeha Burdurê di operasyonan cendirmeyan de destê xwe winda kir û bi biryarnameya KHK'ê ji kar hat durxistin jî di daxuyaniyê de amade bû. Saçilik destê xwe yê çêker rakir hat cihê çalakiyê û tiştên tên jiyîn şermezar kir.
Li ser navê girseyê Berdevkê Demî yê Platroma Şaxên KESK'ê yên Enqereyê Ozgur Bozdag axivî. Bozdag, da zanîn ku bi KHK'ê dixwazin muxalifan bi çewisînin, civakê bixin bin zextan û wiha got: "Bi KHK'ê gelek endamên KESK'ê jî hatin îxraçkirin. Em îxracên ku bê delîl û lêpirsîn hatine kirin qebûl nakin. Em ê li dijî van bêhiqûqiyan têkoşîna xwe bidomînin."
Di dema axaftinan de kedkaran dirûşmeyên "Em ê bi berxwedanê bi serkevin" û "Zext me bêzar nakin" berz kirin.
'OHAL JI MUXALIFAN RE HAT ÎLANKIRIN'
Serokê Giştî yê Buroya Senkîyana Kedkaran (BES) Fîkret Aslan ê bi KHK'a dawî hat îxraçkirin jî mafê axaftinê girt û wiha got: "Îktîdar ji bo hedefa xwe ya 'pergala serokatiyê' dixwaze bi KHK'ê aliyên rêxistin kirî tasfiye bike. OHAL ji bo muxalifan hatiye îlankirin. Axayên şer ên ku li derdora qesrê kombûne bila baş bizanin ku kedkaran welat ên birûmet dê çong ne deynin."
'DIXWAZIN DESTÊ MIN Ê DIN BAVÊJIN BER SEGAN'
Velî Saçilik ê ji Wezareta Polîtîkayên Civak û Malbatê ku ew îxraç kiriye wiha got: "Zîhniyeta ku tecawîzkarên zarokan diparêzin, dixwazin destê min ê din jî jêbikin û bavêjin ber segan. Em ê ji vê saetê û pêde çong li ber îktîdarê daneyînin. Em dizanin bi birçîbûnê bijîn hûn bi bêrûmetiya xwe re bijîn."