Jinên li zeviyan dixebitin: Şert û merc zehmet in

EDENE - Li Edeneyê, jinên di nava şertên zivistanê yên zehmet de ji bo debarê bikin her sibehê diçin nava zeviyan dixebitin, diyar kirin ku li gel şert û mercên zehmet jî ew heqê keda xwe nastînin.

Ber bi 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ve, jinên ku li her qadê ne û keda wan tê binpêkirin, hinek ji wan li zeviyand ixebitin. Li Edeneyê, li gel şert û mercên zehmet ên zivistanê jî, jinên ku ji bo debara mala xwe bikin her sibeh diçin ser zeviyan û dixebitin, diyar kirin ku li gel şert û mercên zehmet jî ew heqê keda xwe nastînin. Jina bi navê Sureyya Altinufak, diyar kir ku ew 3 sal e li nav zeviyan dixebite.

Altinufak, diyar kir ku ew sibehê saet di 07.00'an de diçin ser erdê qeşa girtiye û îspenaxê berhev dikin û wiha axivî: "Carinan ji ber sermayê em destên xwe hî nakin. Lê tiştekî em bikin tune ye. Li gel sar û seqemiyê û heriyê jî em îspenaxê berhev dikin. Karekî zaf zehmet e." Altinufak, dest nîşan kir ku ji bo ew zarokên xwe bide xwendin dixebite û wiha got: "Her roj kar tune ye. Heke her roj hebûna dê ji bo me baştir bûna. Yewmiya me 50 TL ye. Ji ber krîza aborî, li welat her tişt buha bûye. Têra me nake."

'ALTERNATÎFEKE DIN TUNE YE'

Jina bi navê Fatma Kaygisiz jî, diyar kir ku di destpêkê de ew zaf rastî zehmetiyan hatiye, lê bi demê re ew hîn bûye û wiha got: "Wek jinekê, xebata li zeviyan zehmet e. Em îspenaxê berhev dikin. Karekî zehmet e, lê em mecbûr in. Ji bo em heqê nanê xwe bi dest bixin, wekî din tu alternatîfeke me tune ye." Kaygisiz, ragihand ku saetên xebatê nediyar in û got, ew li gor hejmara sîparîşan dixebitin.

'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'

Jina bi navê Fevziye Erdogan jî diyar kir ku, ew 10 sal e dixebite, ev kar ne karekî rihet e û wiha got: "Em sibehê di sar û seqemiyê de tên ser erd. Ji ber erd heriye, di berhevkirina îspenaxê de em ditengijin." Erdogan, diyar kir ku ew tevî hevjîn û zarokên xwe dixebete, lê dîsa jî tiştê ew qezenc dikin têra wan nake û wiha domand: "Di karê zeviyan de jinbûyîn zehmet e. Ji bo nanê xwe, havînan li ber kelkelê, zivistanan jî di sar û seqemiyê de ji neçarî dixebitin. Li gel vê jî tiştek nakeve destê me û her wiha tu ewleyiyeke me ya civakî jî tune ye." Erdogan, dest nîşan kir ku ew temamiya rojê li ser erd dixebite û got, êvarî jî ew karê malê dike û ji ber vê zaf diweste. Erdogan wiha got: "Dema mirov ne mecbûr be, zarokên xwe yên biçûk nayine vir û wan naxebitîne."