ENQERE - Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên bi KHK'ê hatin îxrackirin diyar kirin ku di 11'ê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin.
Calakgerên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin Nûriye Gulmen, Semih Ozakça û Acun Karadag ên li ber Abîdeya Mafên Mirovan a Kolana Yukselê ya Enqereyê bi daxwaza “Ez karê xwe dîsa dixwazim" 115 rojin çalakî pêk tînin di hesabên xwe yên twitterê de diyar kirin ku di 11'ê Adarê de dest bi çalakiya grevê ya bêdem dikin. Çalakger Nuriye Gulmen, di dîhaberê re axivîe û der barê armanca çalakiya xwe de agahî dan. Gulmen, anî ziman ku ji îlonê heta niha bi hezaran karmend bi KHK'ê hatin îxrackirin û wiha got: "Bi van îxracan dixwazin mirovan bi birçîbûnê terbiye bikin. Em dibêjin hûn bi birçîbûnê nikarin gefan li me bixwin. Hîn bi birçîbûnê nikarin me bikin koleyên xwe. Em ji birçîbûnê natirsin. Em dê birçîbûnê bikin rûmet. Em dê vê yekê bi vîna xwe bikin. Ji bo em mafê xwe bi dest bixin, heta dawî em dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem bikin. Em mafdar in û em dê bi ser bikevin."
EM LI WELATEKÎ DEMOKRATÎK NAJÎN
Gulmen, anî ziman ku ew li welatekî demokratîk najîn û wiha got: "Ji ber ku em li welatekî demokratîk najîn tenê bi têkoşînek gelek dijwar em dikarin maê xwe bi dest bixin. Me çalakiya rûniştinê pêk anî. me îmze kom kirin. Me belavok belav kirin. Me roportaj da kanal û rojnameyên navneteweyî. Me li saziyên xwe daxuyanî dan. Me seri li hemû rêbazan da. Me di destpêkê de dît ku bi van çalakiyan em nikarin li karê xwe vegerin. Di çalakiyê de dema ez hatim binçavkirin li qereqolê li erdê dirêj kirim û îşkence li min kirin. Ez li qereqolê rastî îşkenceyê hatim. Dema ez birim nexweşxaneyê û doktor cilê min derxistin û ez muayine kirim deriyê odeya muayeneyê vekirî hiştin. Hesta min a edaletê êdî hejiya. Wê demê min got ger wisa derbas bibe ez dê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê bikim. Me got ji bo em mafê xwe bistînin çi ji destê me bê em dê bikin. Herî dawî me çare di greva birçîbûnê de dît. "
Gulmen, destnîşan kir ku ji bo em mafê xwe bistînin û dengê xwe bigînin rayedaran 115 rojin çalakiyê pêk tînin û lê kes dengê wan nabihîze û wiha berdewam kir: "Vê yekê zêde em şaş nekirin. Em 115 rojin her roj li kolanê çalakiyê pêk tînin. Em li vê kolênê bi saetan û bi rojan rastî bê edaletiyê hatin. Me ev yek heq nekiriye. Ez bawer dikim ku gotin xwedî hêza herî mezin a îfadeyê ye. Em dibêjin 'Hûn kî ne? hûn di rojekê de me ji karê me davêjin. Hûn dayik û bavê me nas dikin? Hûn dizanin me çend pirtûk xwendin em di çend ezmûnan re derbas bûn û çend mamosteyan em perwerde kirin. Em bi kedek mezin hatin vir. Hûn nikarin wisa bi hêsanî karê me ji destê me bigirin. Em bi van hestan dikevin greva birçêbûnê. 115 rojin em li kolanê çalakiyê pêk tînin. Lê ev çaliya me zêde li ber çavan nayê girtin. Em dixwazin dengê me çû çalakiya me bê dîtin û em dîsa heqê xwe bi dest bixin. Em li dijî polîsan, li dijî xwezayê bi bedena xwe di ber xwe didin. Lê niha em bedena xwe dikin kozik û em bi vîna xwe dest bi çalakiyek mafdar dikin. Me bi salan ked da. Em dixwazin li keda xwe xwedî derkevin. Em dê di 11'ê Adarê de bi tevlêbûna her kesî 'Sifreya Ruyê Erdê' ava bikin. Em dê piştî wê sifreyê xwarina xwe ya dawî bixwin û dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin."