EDENE - Serokê Giştî yê Kamuran Karaca, di 10'emîn Kongreya Egîtîm Senê ya Edeneyê de diyar kir ku ger dengê "Na" zêde derkeve dê ixrac bi dawî bibin û xwest her kes bêjin "Na".
Şaxa Egîtîm Senê ya Edeneyê 10'enîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal pêk anî. Li salonê pankartên “Bijî têkşîna me ya bi rûmet" û “Em ji têkşîna xwe ya Perwerdehiya Laik, Jiyana Laik û Karê bi Ewle û Pêşeroja bi Ewle" bernadin" vekirin. Di kongreyê de Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Kamuran Karaca, nûnerên KESK, DÎSK, Odeya Tabîban, TMMOB, ÎHD, Wekîlê CHP'ê yê Edeneyê Îbrahim Ozdiş, rêveberên HDP, EMEP'ê yên Edeneyê amade bûn.
Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê yê Edeneyê Zeynel Kete axaftina vekirinê kir û diyar kir ku li gel hemû îxrac û zextên li ser sendîkayê ew dest ji têkoşîna xwe ya bi biryar bernadin.
BANG LI KARKERAN KIRIN KU BÊJIN 'NA'
Piştî pêşandana sînevîzoynê Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Edeneyê Ahmet Karagoz, diyar kir ku ji ber wan aştî xwestiye hatine îxrackirin ji ber akademîsyen Mehmet Fatih Traş ev zilm qebûl nekiriye dawî li jiyana xwe anîye. Karagoz, anî ziman ku hêj hesabê komkujiya Enqereyê nehatiye pirsîn û ew dê li gel her tiştî têkoşîna xwe berdewam bikin. Karagoz,da zanîn ku di 16'ê Nîsanê de gotina ew bêjin heye û ji hemû karker û kedkaran xwest ku bêjin "Na"
Parlamenterê CHP'ê yê Edeneyê Îbrahim Ozdiş jî anî ziman ku piştî hewldana 15'ê Tîrmehê AK Partiyê jî di 20'ê Tîrmehê de darbeya sivîl pêk anîye û xwest welatî ji bo pêşeroja welat bêjin "Na" . Ozdîş xwest her kes ji bo pêşeroja zarokên xwe bêjin "Na". Piştre peyama Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş a li Sîlîvriyê girtiye hat xwendin.
GER 'NA' DERKEVE DÊ ÎXRAC Û ZILM BI DAWÎ BIBE
Serokê Giştî yê Kamuran Karaca jî, diyar kir ku ger dengê "Na" zêde derkeve dê ixrac bi dawî bibin û xwest her kes bêjin "Na". Karaca wiha got: "Em ketine bin êrîşa AK Partiyê ya faşizan. Li welat bi teqîna bombeyan mirov tên kuştin. Piştî darbeya 15'ê Tîrmehê kedkar ên bedelên giran dane tên îxrackirin. Divê ji bo îxrac bi dawî bibin û em dîsa li karê xwe vegerin têbikoşin. Ger 'Na' derkeve dê îxrac bi dawî bibin. "
Piştî axaftinê raporên xebatê û maliyê hatin xwendin. Pişti xwendina raporan hilbijartin pêk hat û Egîtîm Sen'ê rêveberiya şaxa xwe diyar kir.