STENBOL - Malbatên Karkeran ên li Edaletê Digerin di 59'emîn Nobeta Edalet û Wîjdan de gihiştin hev û çalakî pêk anîn. Malbatan xwest 28'ê Nîsanê Roja Şînê û Bîranîna Kesên Di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe Ji Dest Dane, bê îlankirin.
Malbatên Karkeran ên li Edaletê Digerin, bi armanca balê bikşînin ser cînayetên kar di 59'emîn Nobeta Edalet û Wîjdan de li Qada Galatasarayê gihiştin hev û çalakî pêk anîn. Malbatan di çalakiyê de pankarta "Ne qezayên karin, cî-na-yet e" vekirin û xwest 28'ê Nîsanê Roja Şînê û Bîranîna Kesên Di Cînayetên Kar de Jiyana xwe Ji Dest Dane, bê îlankirin. Malbatan wêneyê kesên di kar de jiyana xwe ji dest dane rakirin. Li gel malbatên karkeran Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu jî amade bû. Malbatan vê hefteyê ji bo bîranîna karker Îdîl Dere yê li Kadikoyê di bin kamyona kar de ma û jiyana xwe ji dest da çalakî pêk anîn. Endama Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) Aslı Otman, diyar kir ku ji bo Dere 10 mehin li edaletê digerin, lê hêj tu gav nehatiye avêtin. Otman, da zanîn ku malbatê serî li her derê daye, lê dêj rapora kesên zana nehatiye amadekirin.
Serokê Şaxa Zanistiyên Nexweşiyên Sîngê yê Fakulteya Tipê ya Zaningeha Stenbolê Zekî Kiliçarslan, anî ziman nexweşiyên kar ne tenê ji ber şert û mercên kar derdikevin di heman demê de dema mirov bê tevger dimînin jî derdikevin holê.
Piştre belavoka der barê rewşa karkerên jiyana xwe ji dest dane hat belavkirin. Di belavokê de hat diyar kirin ku di sala 2015'an de hezar û 73, di sala 2016’an de hezar û 924 ji ber nexweşiya meslek jiyana xwe ji dest dane. Malbatan xwest 28'ê Nîsanê Roja Şînê û Bîranîna Kesên Di Cînayetên Kar de Jiyana Xwe Ji Dest Dane, bê îlankirin.