Kedkarên hatin îxrackirin: Dê kenê me kêm nemine

ÎZMÎR - Jinên kedkarên perwerdehiyê yên hatine îxrackirin ked û hêzên xwe kirin yek û piştevaniyek mînak avakirin. Jinên ku bi hatine cem hev keyfxweşin wiha gotin: “Nikarin morale me xirabikin, dê kenê me kêm nemine. Em ê têkoşîna xwe bidomînin û em ê tu caranan nebin ‘Jinên AK’.”

Piştî 15’ê Tîrmehê jinên kedkar ji karên xwe hatin îxrackirin û bi projeyên qanûnî nedîtina van kedan jî xistin garntiyê. Bi 5 KHK’ên piştî OHAL’ê hatin îlankirin re li 112 zanîngehan bi giştî 4811 akademîsyen hatin îxrackirin û nîviya van akademîsyenan jî jinin. Meclîsa Jinên Egîtîm Sena Hejmar 2 a Îzmîrê bi aramanca piştevaniya bi jinên Egîtîm Senê yên hatine îxrackirin bikin amûrên bi dest çêdikin difiroşin. Jinên ku amûrên bi hevre çêdikin bi hev re bikartînin, pereyê ji ber dimîne jî dixin “hewza piştevaniya bi kesên hatine îxrackirin”. Di amûrên ku mamosteyên ji xwendakarên xwe dibêjin “zarokên min” çêdikin de renge mor serdeste. Jinên ku meha bihûrî guhar, bazin û cilên bi dest çêlkirine karê xwe pêşde birin û ji rêxistinên karên wan mezin re xwarinan jî çêdikin.

'EM Ê LIGEL HEV BISEKINI Û JIYANA XWE BIDOMÎNIN’

Dîlek Kanlibaş Demîr ku 16 salan mamostetiya refê kir diyar kir ku ji ber ku wan dizanîn dê îktîdar li dijî hemû aliyên muxalif xedar be wan bi hevrebûn hilbijartine û wiha got: “Em îktîdarê rehetsiz dikin. Me çi kir? Me di bin banê Egîtîm Senê de têkoşîn nîşan da, me li dijî sûcên li civak û gel tê kirin helwesta xwe ya rêxistinkirî nîşan da. Em dizanin ku çalakiyên me li darxistin ne şaş bûn. Em ê ji îro pêde jî daxwaza aştî û wekheviyê bikin. Dixwazin bi birçîbûnê terbiye bikin. Em ê ligel hev bisekinin û jiyana xwe bidomînin. Armanca êrîşan belavkirina me û ji hev kirina me bû lê me bi zanabûn zanîn ku riya têk birina vê ligel hev mayîne. Me got ger em dest bi hilberînê bikin em ê vê çareser bikin. Piştevaniya hevalên em yên hatine îxrackirin hêvî da me û em bihêz kirin.”

'JI MIROVÊN PIRS DIKIN HEZNAKIN’

Ebru Dînçel a ku 18 salan mamosteyî kir da zanîn ku beriya vê hikûmetê jî dewletek ku yekperestiyê dixwest hebû û wiha pêde çû: “Dewlet ji mirovên difikirin û pirs dikin heznake. Ji ber wê destpêkê dersen mantiqê rakirin. Armanca wan ew bû nifşekî nehizire û pirsneke ava bikine. Jinên Egîtîm Senê zayendiya îktîdarê teşhîr kiriye. Em ê bi piştevanî û ligel hev sekinînê rêxistinbûyîna xwe xurt bikin û vê pêvajoyê derbas bikin. Ji ber em li cem hevin keyfxweşin. Çima keyfxweşin? Ji ber ku ligel hevîn. Em li vir diafirînin, tiştên xwe parve dikin û bi hevre dixwein. Me piştevaniya jinan xist meriyetê ji ber wê nikarin moralê me xira bikin.”

'TIŞTÊN MIN NÎŞANÎ XWENDEKARÊN XWE KIR MIN XISTIN MERIYETÊ’

Îlknur Akîkol Alçelîk anî ziman ku tiştên nîşanî xwendekarên xwe daye di jiyana xwe de xistine meriyete û wiha domand: “Zarokên min her roj li min digerin û piştgiriyê didin min. Ji min re dibêjin ‘tu dayîka me ya duyemînî’ ev min keyfxweş û bihêvî dike. Li vî welatî kesên xweşikî û rastiyê diparêzin tên cezakirin. Nikarin moralê me xira bikin dê kenê me kêm nemine. Em ê nebin jinên ku ew dixwazin. Em ê li malê ji hevjînên xwe re xizmetê nekin, zarokan neyînin dine û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê tu caran nebin ‘Jinên AK’. 8’ê Adarê nêz dibe, em ê li qadan bin û divê hemû jin li qadan bin. Ji ber ku dê bersiva herî mezin jin bidin îktîdarê.

‘DÊ HIQÛQ BIKEVE DEWRÊ’

Canan Kemenç ku ev 13 sala mamosteya perwedehiya taybete bi lêv kir ku wê ji zarokên paşpendî re mamostetî dikir, di şexsê wê de zarok tên cezakirin û wiha got: “Zarok pir zehmet fêrî mamosreyên xwe dibin. Min nexwest ji xwendakarên min re bêjin ku hatiye îxraçkirin. Ji ber ku fikra ‘mamosteyê me ji mar derxistine’ dê ji bo wan giran be. Dê ev zirarek mezin bide zarokên min. Dê di fêrbûna mamosteyên nû de zehmetiyê bikişînin. Ji ber vê min ji wan re ne got tenê dizanin ji ber sedemên cuda cihê mamosteya wan hatiye guhertin. Her roj xwendekarên min li min digerin. Dê dawiya dawî de hiqûq bikeve dewrê û dama qanûn ketin dewrê ez ê vegerin ser karê xwe. Em ê bigihijim zarokên xwe. Şîdata li ser jinan, tacîz û tacewîza li dijî jinan hinceta têkoşîna me ya bi hevre ye. Divê em di 8’ê Adarê de li kolan û qadan bin.

Hilberinên dest ên jinên Egîtîm Senê li Bazara jinan a li Rawestgeja Îzban Metro ya Karşiyaka û şaxên Egîtîm Senê tên firotin. Dê ligel vê di 8’ê Adarê de li Qada Gundogdu startê vekin.