ENQERE - Di 15 salên îktîdara AK Partiyê de gelek mafên tevgera kedê hatin binpêkirin. Karker bi armanca di 16'ê Nîsanê de vê binpêkirin û kedxwariyê rawestînin, amadekariyên "Na"yê dikin. Hevseroka KESK'ê Şaziye Kose, destnîşan kir ku ew ê ji bo hebûna kedkaran bibêjin "Na".
Di 15 salên îktîdara AK Partiyê de, jîngeha kedê rastî gelek binpêkirin û kedxwariyan hat. Bi gelek sererastkirinan, hem qada cemaweriyê hem jî qada sektora taybet li gor pêdiviyên çîna sermayeyê tevgeriya. Bi van sererastkirinan kedkar mehkûmî şîrketên taşeron hatin kirin, terkî jiyaneke bêyê sendîka, bêyî pîvan û ewlehiyê hatin kirin.
Di 15 salên îktîdara AK Partiyê de, hin sererastkirinên bi awayekî neyînî bandor li keda jîngehê kirin ev in:
*Bi Qanûna Sîgortaye Tenduristiyê ya Giştî re temenê emkdariyê (teqawîdbûnê) derket 65 salan. Bi vê sererstakirinê mafê karkeran ê peritîn û hilhilînê ji holê hat rakirin.
*Di sala 2002'yan de hejmara karkerên taşeron 387 hezar bû, bi hatina AK Partiyê re ev hejmar derkat 740 hezarî.
*Bi pêşnûmaya Buroyên Îstihdama Taybet re, ku sendîkayên kedê vê wek "koletiya modern" bi nav dikin, ewlehiya kar ji holê hat rakirin û karker mehkûmî mize(meaşê) kêmtirîn hatin kirin.
*Di 10'ê Tebaxa 2016'an de Pergala Emekdariya Şexsî ya Mecbûrî (BES) li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin û ev di Çileya 2017'an de ket meriyetê. Bi vê pergalê re karker hem mecbûrî kardêr hem jî mecbûrî dewletê hatin kirin.
*Mizeya kêmtirîn a bi milyonan karkerî eleqedar dike, her sal di meha Kanûnê de bi piranî li gor daxwazên patronan tê diyarkirin. Ji bo sala 2017'an mizeya kêmtirîn wek hezar û 404 TL hat qebûlkirin. Lê li Tirkiyeyê li gor lêkolînên Turk-Îş'ê sînorê birçîbûnê hezar û 502 TL ye. Yanî li mizeya kêmtirîn ya bi milyonan karkerî eleqedar dike di biniya sînorê birçîbûnê de ye.
*Li gor daneyên OECD'ê, di warê zêdebûna saetên karî de di nav 36 welatan de Tirkiye di rêza yekemîn de ye. Her wiha li gor daneyên Endeksa Mafên karkerên Kûreyî yên ITUC'ê Tirkiye ji bo karkeran di nav 10 welatên cîhanê yên ji bo karkeran welatê herî nebaş de ye.
'TIRKIYE JI BO KARKERAN VEGUHERÎ DOJEHÊ'
Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkatên Karkerên şoreşger (DÎSK) Kani Beko, sererastkirinên heyî ji bo karkeran Tirkiye veguherandiye dojehê. Beko, dest nîşan kir ku di referandûmê de tu sedemeke karkaran a ji bo "Erê" tune ye û wiha got: "Em ê ji bo pêşeroja karkeran, ji bo parastina mafên karkeran ên hatine bidestxistin û ji bo dawî li êrîşên li dijî karekran bên, em ê bibêjin 'Na'."
'JI BO PARASTINA HEBÛNA XWE DIVÊ KARKER Û KEDKAR BIBÊJIN 'NA''
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Şaziye Kose jî wiha got:
“Di serdema îktîdara AKP'ê de em rastî 15 salên ku herî zêde li dijî jîngeha kedê, maf û azadiyên sendîkayî, amfên karkaran êrîş pêk hatin. Û di dawiya vî 15 salî de em baş dizanin ku ji bo mafê rêxistinbûyîna sendîkayî yên karkeran bê belavkirin, mafê raman û kombûna wan bi temamî ji holê bên rakirin, gelek pêşnûmayên wna hene. Di serî de tazmînata kidemê heye. Paşê ewlehiya kar a kedkarên cemaweriyê heye. Heke di referandûmê de 'Erê' derkeve, em baş dizanin dê ev êrîş hemû pêk bên. Ji ber vê yekê, divê hemû karker û kedkar ji kîjan partiyê dibin bila bin, da dev ji mafên xwe û hebûna xwe bernedin û biparêzin, divê di vê referandûmê de bibêjin 'Na'."