Karkerên erdhejzede dê heta referandûmê kar berdin

WAN - Karkerên erdhejzedeya Wanê ku 6 sal berê bûbûn mexdûrê erdhejê û ji aliyê ÎŞKUR'ê ve ketibûn kar, biryara çalakiya heta referandumê dest ji kar berdin dan.

Mexdûrên erdheja Wanê yên sala 2011'an di bin baneyê ÎŞKUR'ê dest bi kar kiribûn. Pişt re 180 karker hatibûn mexdûrkirin û mexdûriyeta wan berdewam dike. Karkerên ku mexdûr bûn biryar dan ku heta referandumê çalakiyê pêk bînin. Karkeran biryar dan ku heta referandumê her roj li Parka Feqiyê Teyran a Rêya Armûşê çalakiya rûniştinê pêk bînin. Karker dê heta 16'ê Nîsanê çalakiya xwe berdewam bikin.

Serokê Komeleya Di Berjewendiya Civakê de Dixebite Ethem Altin, diyar kir ku her dem soz didin wan û her dem wan mexdûr dikin û wiha got: "Serokomar û rêveberên herêmî sozên dan me pêk neanîn. Niha 180 karker û malbatên wan mexdûr in. Heta ku em dîsa li karên xwe vegerin em dê li Parka Feqiyê Teyran çalakiya rûniştinê pêk bînin. Heta niha sozên dane me yek jî pêk neanîne. Heta hilbijartina Referandumê dê çalakiya me bidome."