Mehaneyên 220 karkeran 2 meh û nîv e nadin!

EDÎRNE - Şaredariya Edîrneyê ya CHP'î 2 meh û nîv e mehaneyên 220 karkerên paqijiyê nade.

Derket holê ku Şaredariya Edîrneyê ya CHP'î 2 meh û nîv e mehaneyên 220 karkerên paqijiyê yên li şîrketa Şafak Temîzlîkê nade. Karkerê ku nexwest navê xwe bide diyar kir di meha çileyê de herî dawî bi hinceta "ji şaredariyê pere nehatiye" nîv mehane hatiye dayîn.

Karkerê ku ji ber fikara dibe ku karê xwe winda bike nexwest navê xwe bide diyar kir ku karker heqdestên xwe nikarin bigirin û bal kişand li ser gotina "mumas derbas bû" û wiha axivî: "Belê krîzê ji serokomar mumas derbas bû. Şerm nakin tên û dengê 'Erê' dixwazin. Em ji çi re bibêjin 'Erê'. Em nikarin nan bibînin. Em karker ji bo ked, nan û ji bo xwe dengê 'Na' bi kar bînin."