Li Siweregê karkerê DEDAŞ’ê bi giranî birîndar bû

RIHA - Li navçeya Siweregê karkerê ji bo arîzeya di stûna ceyranê de derbas bike derket ser stûnê ket ber ceyranê û bigiranî birîndar bû.

Li taxa Uçkuyu ya navçeya Siwerega Rihayê karkerê DEDAŞ’ê yê bi navê Ahmet Ural ê ku xwest arîzeya di xeta enerjiyê de heye çareser bike û derket ser stûna ceyranê, ket ber herîkîna ceyranê û bigiranî birîndar bû. Ural ê ku ji stûna 8 metre bilind hat daxistin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrgê hat zanîn ku talûkeya jiyana wî didome.