Li Aydinê 13 mamoste hatin binçavkirin

ÎZMÎR - 13 mamosteyên ku bi KHK’ê hatin îzraçkirin dema xwestin li Qada Bajar a Aydinê bi armanca vegerin karê xwe daxuyanî bidin rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin.

Li Aydinê endamên Egîtîm Senê yên girêdayî KESK’ê yên bi KHK’ê hatin îxraçkirin bi armnca vegerin ser karê xwe li Qada Bajar çalakiya rûniştinê li darxistin. Mamosteyên ku dirûşmeya “Em karê xwe dixwazin” ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. 13 mamosteyên bi derpkirinê hatin binçavkirin, piştî kontrola tendirûstiyê birin Midûryeta Polîsan a Ewlehiya bajar.