MUGLA - Li herêma Egeyê kundirê avî dineqişînin û ji wan çembera lembeyan çêdikin. Esnaf Erkin Ozgur, 24 salin kargeriya bi navê “Le Kabbak” kundirê avî dixemilîne û ji wan lembeyan çêdike. Ozgur, diyar kir ku 24 salin kundiran dixemilîne û dike lembe, lê êdî ev huner pere nake û nikare bê debara xwe bike.
Li gundê Derekoy ê navçeya Bodruma Muglayê esnafê bi navê Erkîn Ozgur 24 salin li kargeriya xwe ya 25 metre kareyî “Le Kabbak” kundirê avê dineqişîne û ji wan lembeyên ceyranê çêdike. Erkin Ozgur, 24 salin li vê kargeriyê kundiran dineqişîne û debara xwe dike. Ozgur, diyar kir ku ji ber di salên dawî de karê wî wekî berê baş derbas nabe neçar e li karek bigere û diçe li derve li bazarê digere. Ozgur, li bazarê Bodrûmê malê xwe bazar dike û difiroşe û wiha got: "Dema min berê li gundan bazarvanî dikir min kundir kom dikirin û min dineqişandin. Min 24 sal berê dest bi vê hunerê kir. Min ji kundirê avî lambeyên ceyranê çêkir. 14 salin min dikana 'Le Kabbak' vekiriye li vir hilberînê dikim.
Ozgur, hundirê kundiran vala dike dendikê wan zuha dike û ji qalikê wan hişk dike. Piştî qalik hişk kir ruyê qalikan niqeşişîne û ji wan kundiran lambeyên ceyranê çêdike. Ozgur ku bi huner û neqişandina kundirê avî debara xwe dikir di salek dawî de êdî nikare debara xwe bike. Ozgur, diyar kir ku ew kundiran ji nava zeviyan kom dike û 4 mehan wan li derve hişk dike. Ozgur, anî ziman ku ew ji ruhekî dixin duhekî din û bi vê hunerê debara xwe dikin. Kedek zêde dixwaze. Hin caran ji bo neqişandina kundirekê 5 saat kedê dixwaze.
Ozgur, da zanîn ku bi sedan salan ev huner heye û berê Kundirên avî wekî qabê xwê, qabên avê, qabên reçel û dimsê dihatin emilandin. Ozgur, bilêv kir ku her karek û çîrokek wî heye û wiha got: "Dema ez van kundirên avî dineqişînim û dikim berhenekî nû ez pir kêfxweş dibim. Ji bo min çavkaniya aramiyê ye. Ez ji qalik û darê van kundiran xebatên bi navê "Fahriye abla", "Muhtemir abi" çêdikim. Ez ji van kundiran 4 berhemên cuda çêdikim. 24 salin vî karî û hunerê dikim. Dema min çêdikir zêde bala turîstên biyanî û şênî dikişand. Tûrist ji derve dihatin ev kundir dikirîn. Berê kesekî ji bo li gundê tenişta me kundir diçandin û difirotin min. Hem me qezenç dikir û hem gundiyê rençber qezenç dikir. Lê 24 salin ez vî karî dikin, wekî sala dawî min salek xerab derbas nekiriye. Ji ber qeyrana aborî û nehatina turîstan êdî em diçin malên xwe li derve bazar dikin. Piştî 15'ê Tîrmehê her kesî xwe paşve kişand. Piştî 15'ê Tîrmehê karê me xerabtir bû. Ger ku ev rewş û alozî bi dawî bibe dê dîsa mirov bên Tirkiye.
Gokhan Oner - dihaber