Hekîm: 'Na' tenduristî bêyî demokrasî nabe

AMED - Hekîm û bijîşkên ku hatin îxrackirin û 14'ê Adarê Cejna Tipê di bin bayê OHAL'ê û tundiyan de pêşwazî dikin diyar kirin ku dê di referandumê de bêjin "Na" û beyî demokrasiyê tenduristî nabe. Prof. Dr. Gençay Gursoy, diyar kir ku hekîm dê teqez bêjin "Na" û Prof. Dr. Ozdemir Aktan jî anî ziman ku hekîm dizanin ku tenduristi bê demokrasî nebe û dê bêjin "Na"

Kedkarên tenduristiyê û hekîm her sal di 14'ê Adarêde li çar aliyê welat Cejna Tipê pîroz dikin. Hekîm û kedkarên tenduristiyê dê îsal 14'ê Adarê Cejna Tipê di bin hewa OHAL û tundiyê de pêşwazî bikin. Kedkarên tenduristiyê û hekîmên bi KHK'ê hatin îxrackirin, bertek û nerazîbûnên xwe yên li dijî OHAL'ê anîn ziman û destnîşan kirin ku ew dê di referandumê de teqez bêjin "Na" Piştî 15'ê Tîrmeha 2016 'an heta 29'ê Çileya 2017'an herî kêm 8 hezar û 891 kedkarên tenduristiyê ji kar hatin dûrxistin û îxrackirin. Piştre hezar û 929 hekîm û kedkar peywira wan dîsa dan wan. TTB'ê diyar kir ku 2 hezar û 761 hekîm hatine îxrackirin û Hezar û 590 hekîm grêdayi Wezarea Tenduristiyê ne. Hezar û 171 hekîm jî girêdayî Fakulteyên Tipê yên Zanîngehan in. Herî dawî bi KHK ya di 7'ê Sibata 2017'an ha hêjmar 686'an re 838 personelên tenduristiyê yên girêdayî zanîngehan ji kar hatin dûrxistin.

DI 5 SALÊN DAWÎ

Li gorî ku hekîmên rastî tundiyê hatin û serî li Pergala Beyaz Kod a Wezareta Tenduristiyê dane, di navbera 14 Gulan û 2012-08'e Sibata 2017'an de 46 hezar û 361 kedkarên tenduristiyê hatine. Hekîmên ku di bin tundî û zextan de 14'ê Adarê Cejna Tipê pêşwazi dikin diyar dikin ku ew dê di 16'e Nîsanê de bêjin "Na"

Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk ê berê û hîndekarê Fakulteya Tipê yê Zanîngeha Marmarayê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Prof. Dr. Ozdemir Aktan, diyar kir ku di 14'ê Adarê de hem pirsgirêkên hekîman û hem jî pirsgirêkên Tirkiye zêde dibin. Aktan, anî ziman ku pirsgirêka herî mezin demokratîk bûn e û xizmeta tenduristiyê di nava şertên aştî û demokratîk de pêş dikeve û wiha got: "Şer pirsgirêka tentudiristiya gel e. Hekîm şer naxwazin. Hekîm dizanin ku heta demokrasî pêş nekeve tenduristî jî pêş nakeve. Ez jî ji ber ku aştî û azadiyê dixwazim ez mafên mirovan dixwazim hatin îxrackirin. Em dê dîsa têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê em hemû bi hevre ji bo xêrê û xebata "Na" bimeşînin. Ger ku em wekî hekîm aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin divê em tev bêjin "Na"

‘ÇARESERÎ BERXWEDAN Û NA YE'

Serokê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) yê berê Prof. Dr. Gençay Gursoy jî anî ziman ku ew dê Tipê ya 14'ê Adarê pîroz bikin, lê di van şertan de cenje an ne cejne mijara niqaşê ye. Gursoy, anî ziman ku ev cejn çanda hezar salan e û dê dîsa pîroz bikin û wiha got: "Tirkiye di milê demokrasî û mafên mirovan de gelek tişt winda kirine. Di vir de gelek roj û berpirsiyariya hekîman heye. Ji bo dîsa demokrasî û mafên mirovan pêş bikeve hekîm divê teqez bêjin "Na" Çareserî berxwedan û gava yekem a berxwedanê "Na" ye. Kesên bêjin encam nayê guhertin û neçin ser sindoqê divê bi taybetî biçin ser sindoqê. Karê wan ê ewil dengê 'Na' bikar bînin e."

‘GOTIN Û HEVIYÊN ME HENE'

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Dr. Sezai Berber jî anî ziman ku bi daxwaza di qada tenduristiyê û li Tirkiye tundî û zext bi dawî bibe 14'ê Adarê pêşwazî dikin. Berber, anî ziman ku hekîm hatine mexdûrkirin û wiha got: "Em wekî hekîm dema dikevin 14'ê Adarê Cejna Tipê 4 daxwazên me yên bingehîn hene. Em dixwazin hevalên me yên neheq bi KHK’ê ji kar hatin dûrxistin dîsa karê wan bidin wan. Divê hekîm karibe dema pêwist ji nexweşan re veqetîne. Divê şert û mercên teqawîtiyê bê avakirin. Divê heqê kedê bê dayîn û tundiya li ser bijîşk û hekîman bi dawî bibe. Em wekî endamên TTB'ê û hekîm dibêjin gotina em bêjin heye û heviyên me hene."

‘TEQEZ EMÊ BÊJIN 'NA'

Hevseroka Odeya Tabîban a Amedê ku bi KHK'ê hat îxrackirin Dr. Semra Guzel jî anî ziman ku piştî 7'ê Hezîrana 2015'an li herêmê şerekî dijwar pêş ket û wiha got: "Em wekî hekîm nikaribûn li dijî van êîş û şerî bêdeng bimînin. Me li dijî şer jiyan parast. Me wekî hekîman li dijî vê yekê 2 mehan çalakiya aştiyê pêk anî. Piştre bi KHK’yan 2 hezar û 700 hevalên me yên hekîm ji kar hatin dûrxistin. Gelek hevalên me hatin îxrackirin. Dema em li van kesan dinerin hemû kesên maxalif û li dijî şer hatine îxrackirin. Ez û hevalên me yên hekîm ji ber vê yekê hatin îxrackirin. Em hatibin îxrackirin jî em dê dîsa xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin. Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin. Li gel van van zext û êrişan em nabêjin Erê. Em dê bêjin "Na" Em dê hekîmtiyê biparêzin. Em dê bêjin ji tundiya li dijî tenduristiyê re "NA" û em dê tenduristiyê biparêzin."

Hekîm Mustafa Yaşa ku bi KHK'ê hat îxrackirin jî anî ziman ku ew dê li dijî tundî û zextan bêjin Na.