EDENE - Piştî îktîdarê Qanûna Karmendên Dewletê ya Jimare 657'an wek Qanûna Karmendên Dewletê ya Bi Peyman guherand, her diçe li dijî vê guharandinê bertek zêde dibin. Li Edeneyê kedkaran got "AKP dixwaze karmendiya partiyî biafirîne. Em ji karmendiya partiyî re bibêjin 'Na'."
Piştî îktîdarê Qanûna Karmendên Dewletê ya Jimare 657'an wek Qanûna Karmendên Dewletê ya Bi Peyman guherand, her diçe li dijî vê guharandinê bertek zêde dibin. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Edeneyê Ahmet Karagoz, diyar kir ku Qanûna Karmendên Dewletê ya Jimar 657 tim ji aliyê îktîdarên siyasî ve tê revîzekirin û got, mafên ku kedkar bi dest dixin ji aliyê AK Partiyê ve bi KHK'yan tên desteserkirin. Karagoz wiha axivî: "Ewlehiya kar ji destê me hat girtin. Bi KHK'yan hemû xebatkarên cemaweriyê yên muxalif yeko yeko ji kar tên derxistin."
XEBATKARÊN CEMAWERIYÊ TÊN MEXDÛRKIRIN'
Karagoz, bi bîr xist ku AK Partî bi KHK'yên ku jê re dibêje "teserûfa îdarî" dawî li karê bi hezaran kedkarên cemaweriyê aniye û wiha axivî: "Ji ber tiştekî wan ê ku ji gel re vebêjin nemaye, niha jî dixwazin Qanûna Jimare 657'an ji holê rabikin. Temamiya sererastkirinên têkildarî xebatkarên cemaweriyê yên di serdema AKP'ê de tên kirin, tenê ji bo mexdûrkirina xebatarên cemaweriyê ye. Xebatkarên cemaweriyê vana qebûl nakin. Îktîdara siyasî dixwaze bi van sepandinan re xebatkarên cemaweriyê bitepisîne û bi paş ve gav bide avêtin. Di vê sepandinê de xebateke bêewlehiyî heye. Ji ber vê em wek KESK'ê qethiyen vê sepandinê qebûl nakin."
Karagoz, anî ziman ku AK Partî ji bo pêdiviyên xwe yên bîrdozî bi cih bîne, nîzama cemaweriyê çêdike û wiha got: "Dixwazin hemû xebatkarên cemaweriyê bi peymanî bidin xebitandin. Dixwazin li gor dilê xwe wan bidin xebitandin. Lê em ê qethiyen ji ewlehiya kar tawîzan nedin."
‘DIXWAZIN KARMENDIYA PARTIYÎ BIAFIRÎNIN'
Serokê Şaxa SES'a Edeneyê Muzaffer Yuksel jî anî ziman ku, ji bo AK Partî dewletê wek şîrketekê bi rê ve bibe, dixwaze Qanûna Karmendên Dewletê ya Jimare 657'an ji holê rabike. Yuksel, diyar kir ku sepandinên di demên dawî de herî zêde bandorê li ser sektora tenduristiyê kiriye û wiha got: "Îktîdar dixwaze karmendiya partiyî biafirîne. Dixwazen karmend tenê alîgirên wan bin."