Li Kinikê karkerên madenê hatin binçavkirin

ÎZMÎR - Di operasyonê ku serê sibê li Kinikê hat pêkanîn de du karkerên madenê bi hinceta "endamên rêxistinê ne" hatin binçavkirin.

Li navçeya Kinika Îzmîrê di saetên serê sibê de polîsên TEM'ê li dijî du malan operasyon pêk anîn. Di operasyonê de kakerê madenê yê bi navê S.K. bi îdîaya "endamê DHKP-C ye" û endamên Lijneya Rêvebir a Komeleya Piştevanî û Têkoşîna Kakeran a bi biryarnameya KHK'ê hat girtin G.A. hatin binçavkirin.

S.K., piştî qetlîama Somayê jig elek rojname û televîzyona re axivî bû û diyar kiribû ku karkerên madenê di şertên netendirûst de tên xebitandin û karmend jî karkeran wekî kole bikartînin. Li aliyê din, hat zanîn polîsan li avahiya Komeleya Piştevanî û Têkoşîna Kakeran a ku bi biryarnameya KHK'ê deriyê wê hatibû mohrkirin lêgerîn pêk anîne. Polîsan destdanî ser hinek pirtûk û kovarên ku li komeleyê bûn.