MÊRSÎN - Qeyûmê tayînî şaredariya Akdenîzê hat kirin 130 kakerên hemal ji şaredariyê avêtin.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Akdenîza Mêrsînê hat kirin 130 karkerên hemal di çarçoveya KHK'ê ya OHAL'ê de bi îdîaya endamen rêxitina PKK/KCK û FETO/PDY ye ji şaredariyê dûr xistin.
Karker piştî ji şaredariyê hatin durxistin li Şaxa Genel Îş'ê ya Mêrsînê kom bûn û bertekên xwe anîn ziman. Serokê Şaxa Genel Îş'ê ya Mêrsînê Kemal Goksoy, bertek nîşanî dûrxistina karkeran da û destnîşan kir ku bi awayekî keyfî karker ji şaredariyê hatine dûrxistin û wiha got: "Ji bo parastina mafê wan em dê heta dawî têbikoşin."
Parêzere karkeran Murat Çakir jî agahî da karkeran û anî ziman ku ew vê yekê qebûl nakin û dê mafê karkeran biparêzin. Karkerê şaredariya Ak Denîzê Ayhan Macit jî anî ziman ku anî ziman ku ew dê heta dawî tebikoşin û mafê xwi bkiparêzin. Karker Ozgur Oban jî anî ziman ku bi awayekî dijhiquqî ji kar hatine dûrxistin û dê mafê xwe biparêzin. Karker Guler Tan jî ani ziman ku ew dê mafê xwe biparêzin û têbikoşin.