SÊRT - Li Navçeya Şîrwanê ya Sêrtê piştî Cengîz Holdîngê şîrketa Park Elektrikê madena sifir bi buhayê 195 milyon TL dewir girt, 69 karkerên girêdayî sendîkaya Maden Îşê yên mayî jî ji kar avêt û dawî li karê wan anî.
Li gundê Madenê yê navçeya Şîrvana Sêrtê di şîrketa Park Elektrîkê ya aydî Ciner Holdingê de hezaz pêk hatibû. Di hezazê de 16 karker di bin axê de mabûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî bûyerê Cîner Holdîngê li hemberî buhayê 195 milyon TL şirketa Park Elektirîkê firot Cengiz Holdingê. Piştî Cengîz Holdîngê şirket dewir girt, şîrketa ku herî dawî 216 karker ji kar hatibûn dûrxistin û tenê 69 karker babûn, dawî karê karkerên din jî anî. Holdîngê diyar kir ku dê di 20'e Nêsanê de dawî li karê wan bîne û agahî da PLatforma Ronakbiriya Cemaweriyê (KAP).
Di 17'ê mijdara 2016’an de li Kana Madenê hezhez pêk hatibû û 16 karker di bin axê de mabûn.