Cotkarên Semsûrê nikarin fatûreyên elektrîk bidin

SEMSÛR- Li Semsûrê cotkarên ji bo çandiniya avî bikin sondaj lêxistin dest nîşan dikin ku, ber di nav lepên bazirganan de vediguherin qezencê û ji ber vê nikarin fatûreyên xwe yî elektrîkê jî bidin.

Li navçeya Kolikê ya Semsûrê cotkarên ji ber kêmaniya avê bi derfetên xwe sondaj li nav erdê xwe xistin, ji fatûreyên elektrîkê yên ku êdî nikarin heqê wan razînin bi gilî û gazinc in. Li Taxa Gaziyê Fatma Adiguzel (60) cotkar, li zeviyê avî yê pêşberî mala xwe debara xwe dike. Adiguzel a ku diyar kir, ew û hevjînê xwe li zeviyê 7 donimî pîvazên şîn, roqa, bexdenûs, marol, hêliz û hwd. diçînin bi temamî organîk in û behsa zor û zehmetiyên cotkariyê kir.

COTKAR KEDÊ DIDE, BAZIRGAN QEZENC DIKE

Dayika 9 zarokan Adiguzel diyar kir ku, ji ber mator nikare têkeve nava erd, ew bi keda destî erd cot dikin û wiha got: "Em hinekî jê bi destan, hinekî jê jî difirşin bazirganan. Lê belê bazirganin qevda wê bi 0.50 TL'yî ji me dikirin, qevda wê di navbera 1-1.5 TL'yî difiroşin" û diyar kir ku, ew rojê tenê 20-30 TL'yî qezenc dikin. Adiguzel zor û zehmetiyên karî wiha rêz kir: "Hema bêje em her roj pê re eleqedar dibin. Zor û zehmetiyên em dikêşin, ne bi kedê tenê ye. Ji bo em çandiniya avî bikin, me sondaj li baxçe xist. Fatûraya me yî elektrîkê di navbera 200-300 TL'y de tê. Yanî hemû cefayê em dikêşin. Lê belê ji qezenca xwe hinekî didin elektrîkê."

BIHAR, ZIVISTAN COTKARÎ

Adiguzel diyar kir ku, ew ji payîzê heta dawiya biharê berên hêşînahiyî, dawiyê jî firîngî, bacan, îsot, xiyar û hwd. datînin û wiha got: "Dema wextê berên em diçînin derbas dibe, em erd ji nû ve cot dikin û çandiniyê dikin. Bi taybetî jî em zivistanê zêde zehmetê dikêşin. Di bin baranê de be jî, em mecbûr in li ber bnihêrin. Dema zivistanê pir sar be, em ser hêşînahiyan bi naylonê digirin."