ENQERE - Rêxistinên ked û hempîşeyê yên qada tendirûstiyê, diyar kirin ku ew ê ji bo tendirûstiya civakê bêjin “Na”.
Rêxistinên ked û hempîşeyê yên qada tendirûstiyê derbarê referandumê de li avahiya navendî ya Yeketiya Tabîbên Tirk (TTB) civînek çapemeniyê li darxistin. Serokê Konseya Navenda TTB’ê Raşît Tukel, Serokê Giştî yê SES’Ê Îbrahîm Kara Serokê Yeketiya Bijîşkên Diranan ê Tirkiyeyê Îlker Cebecî û Seroka Tendirûstî-Kar Şoreşger Arzu Çerkezoglu tevlî civînê bûn.
‘DI OHALÊ DE PÊKANÎNA REFERANDUMÊ BI TENDIRÛST NÎNE’
Serokê Konseya Navenda TTB’ê Raşît Tukel, diyar kir ku ji bo jiyana bi tendirûst a civakê ew xizmetê dikin û wiha got: “Em ê li dijî hemû talûkeyên ku gefan li tendirûstiyê dixwin têbikoşin. Di pêvajoya OHAL’ê de pêkanîna referanduma qanûna bingehîn gavekî nebitendirûste.”
'EM Ê DI REFERANDUMÊ DE BÊJIN NA’
Tukel, anî ziman ku di welatek ku dê hêza dayîna biryara kesekê bihêz dibe de behsa demokrasiyê nayê kirin û wiha pêde çû: “Qanûna bingehîn a dixwazin bînin rejîma yekzilamî ye û gefeke li dijî demokrasî û pergala parlamenertiyê ye. Em ê ji bo tendirûstiya civakê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê ji referanduma OHAL’ê re bêjin Na.”