Dadgehê çalakî û hemû nûçeyên têkildarî Akbankê qedexe kir

STENBOL - Lijneya Wezîran piştî çalakiya grevê ya xebatên Akbankê qedexe kir niha jî 1’emîn Hekîmiya Sulh Ceza ya Stenbolê çêkirina "Hemû nûçeyan" qedexe kir.

Lijneya Weziran û Serokomar Erdogan bêyî dest pê bike çalakiya grevê ya xebatkarên Akbankê qedexe kir. Piştî grev hat qedexekirin, 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê jî bi sedema “Parastina şohret û serweta Akbankê”, “ewlehiya neteweyî", “nîzama cemaweriyê" û “parastina tevahiya axê" têkildarî çalakiya grevê ya Akbankê hemû nûçeyên dîtbarî, nivîskî û yên li ser medyaya civakî û înternetê qedexe kir. Biryara 1'emîn Dadgeha Sulh Ceza ya qedexeya nûçeyan bi riya Buroya Lêpirsînên Sûcên Aborî û Kaçakvaniya Narkotîk ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat ragihandin. Buroyê anî ziman ku hemû nûçeyên der barê Akbankê de hatine qedexekirin.


Li gorî biryara dadgehê bi hinceta îtîbara bankê zerar bibine hemû bangawazî û îlanên rêveberiyên sendîkayan yên bi riya çapemeniyê jî hatin rawestandin. Rojname jî nikarin nûçe çêkin.

Di navbera sendika û karsazên Akbankê de li ser peymana Tomarî lihevkirin pêk nehat. Ji ber ve yekê sendîkayê biryar dabû ku li şaxên Akbankê di 20'ê Adarê de greva çalakiyê pêk bîne. Lijneya Wezîran biryara grevê ya bankayê û karkerên sîgorta yên sendîkaya karkeran (BANKSİS) ku li Akbankê girtibûn rawestand.