Di 11 mehan de Hezar û 750 karker mirin

STENBOL - Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko, di 1’emîn Konferansa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Navneteweyî de axivî û diyar kir k udi 11 mehên dawî de Hezar û 750 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Beko anî ziman ku ev tablo nayê qebûlkirin.

Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DİSK), li Stenbolê 1’emîn Konferansa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Navneteweyî pêk anî. Konferans li Salona Otela Taksim Elite Worldê pêk hat. Konferans ku 2 rojan pêk bê, dê li ser mijara “Dema em jiyanê diparêzin, ji bo em winda nekin rêxistinbûna ewlehiya kar û tenduristiya karkeran esas e”, “Li Tirkiyeyê tenduristiya karkeran û ewlehiya kar û polîtîkaya aboriyê “, “Di ewlehiya kar û tenduristiya karkeran de cerebeyên navneteweyî” û "Di ewlehiya kar û tenduristiya karkeran de divê çi bê kirin” niqaş bikin.

Konferansê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Serokê Giştî yê DİSK’ê Kani Beko axivî. Beko, di destpêkê de Rêberê Kubayê Fidel Castro bibîr anî û geşedanên piştî 15’ê Tirmehê nirxand û got: “Îktîdara AKP-Qesrê bi biryarnayên OHAL’ê dest bi tasfiyekirinê kiriye û hemû beşên demokratîk bêdeng dike. Ev êrîşên li dijî hêzên demokratîk nayên qebûlkirin. Bi KHK’yan rêveberina welatekî û cunta heman tişt e. Em dixwazin bi lezgîn dest ji van rêbazên rêveberiyê berdin. Beko anî ziman ku bi taybetî bi xala 6715’an li dijî rêxistinbûna karkeran êrîşên dijwar pêk hatine û wiha got: “Hema bêje nêviyê nifûsa karkerên bi qeyd di vê çarçoveyê de girtine dest.Bi OHAL’ê re Pergala Teqawîta Tekakesî (BES) â Fona Hebûnê ya Tirkiye bûn zagon. Bi qutkirina ji keda karkeran bêtir şertê jiyanê li wan zortir dike. Li Tirkiye di qada ewlehiya kar û tenduristiya karkeran de pirsgirêkên gelek mezin hene. Li Zonguldak, Balikesir, Mere, Soma Stenbol, Ermenek, û herî dawî li Şîrwana Sêrtê komkujiyên kar pêk hatin.Ev tablo bi tu awayî nayê qebûlkirin. Di kanên madenê, înşaetê bendav û nexweşxaneyan de karker jiyana xwe ji dest didin. Mixabin komkujiya herî mezin a cîhanê li Soma ya Manîsayê pêk hat. 301 karkeran di vê facîayê de mirin.”

Beko da zanîn ku di qada gerdûnî de di sala 2001’an de peymana ewlehiya kar û tenduristiya karkeran hat erêkirin û di sala 2003’an de ket meriyetê û wiha berdewam kir: “Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) Hêjmar 184 a Di Çandiniyê de Tenduristiya û ewlehiya kar de guhertinên girîng pêk hatin. Li gorî vê peymanê di qada aborî, tenduristî, perwerdehî û civakî de guhertinên girîng hatine îmzekirin. Lê li Tirkiye ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tune ye.

KUŞTINA KARKERAN ZÊDE BÛ

Beko, destnîşan kir ku di navbera salên 2004-2012’an de li gorî peymana bingehîn ya ILO hat qebûlkirin her sal hezar û 316 karker jiyana xwe ji dest didin. Pişti hêjmara 6331’an hat qebûlkirin 2 sal şûnde her salê nêzî 1377 karker jiyana xwe ji dest didin.

LI TIRKIYE DI 11 MEHAN DE 1730 KARKER MIRIN

Beko, heri dawî destnîşan kir ku di 11 mehên 2016’an de hezar û 750 karkeran jiyana xwe ji dest daye û ji sala 1970'ê heta niha salê bi tevahî nêzî 1000 karker jiyana xwe ji dest didin. Piştî 2000'an salê nêzî 1200 karker di qezayên kar de dimirin. Niha jî salê 1400 hezar karker jiyana xwe ji dest didin.

RÊXISTINBÛNA KARKERAN

Beko herî dawî destnîşan kir ku ji bo rê li peş cînayetên karkeran ên kar bê girtin divê beri her tiştî karker xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Beko da zanin ku ya duyemîn jî dawî li karê taşaron û bê sîgorta bînin. Ya sêyemîn jî divê têkildarî ewlehiya kar û derdorê rêxistinbûna sazî û sendîkayan pêş bixin.b