ÎZMÎR- Hevdîtinên TÎS ên di navbera Şaredariya Çîglî û Şaxa Genel Îş a Hejmar 5 ku 740 karkeran digire nava xwe ne gihiştin encamekê û li ser vê sendîkayê biryara grevê li şaredariyê hilawîst.
Di hevdîtinên Hevpeymana Kar a Giştî (TÎS9 a di navbera şîrketa Kafesan a Şaredariya Çîglî ya Îzmîrê û Şaxa Genel Îş a Hejmar 5 ya DÎSK’ê de tu encam derneketin. Li ser vê biryara grevê li şaredariyê ve hat hilawîstin. Gelek karker tevlî daxuyaniya li ber şaredariyê hat dayîn bûn. Daxuyanî ji aliyê serokê şaxê Alî Haydar Kara ve hat dayîn. Kara, diyar kir ku hevpeyman 740 karkerên şaredariyê digire nava xwe û wiha got: “Em ji sedî 12 zêdebûna heqdestê xwe dixwazin lê şaredarî ji sedî 8 li me ferz dike. Em ê tu caran ji bikaranîna mafê xwe yê grevê tawîz nedin. Em ê dîroka greva jî di rojên pêşiya me de aşkera bikin.”
Nûnerê DÎSK’ê yê herêna Egeyê Memîş Sarî jî wiha axivî: “Em ji bo mafê karkeran têdikoşin. Ger hevpeymana giştî li ser masê bi dawî nebe emê dest bi grevê bikin. Em ji Karabaglarê derketin. Em ê piştî du rojan li Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê biryara grevê ya ku dê 7 hezar kes beşdar bibin vekin. Derbarê Îzmîr û Çîglî dê serokên şaredaran hesab bidin.”
Piştî axaftinên hatin kirin rêveber û karker biryara grevê li seriye şaredariyê hilawîstin.