SÊRT - Li navçeya Şîrvanê di hezana kan a ku karkeran jiyana xwe ji dest dan de cenazeyê karkerê bi navê Kerem Arat jî hat dîtin.
Li navçeya Şîrvanê ya Sêrtê di hezana kan a aydî Koma Cîner de di 17'ê mijdarê de 16 karker di bin axê de mabûn. Ji karkeran cenazeyê operatorê kepçeyê Kerem Arat jî hat dîtin. Cenazeyê Arat ê ku ji bir axê hat derxistin ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Di xebatên lêgerînê ya 11 roj in berewam dikin de ji bo ku cenazeyê 5 karkeran di bin axê de bên dîtin hewldan didome.