Jinên selikan çêdikin: Em heqdestê xwe nagirin

MÊRSÎN - Jinên ku li Bajaroka Tomukê ya Mêrsînê selikan çêdikin, hem wekî pîşeyek hunerî berhemên xwezayî bi ruh dikin û hem jî debara xwe dikin. Jinên ku di nava şertên zahmet de vê hunerê pêş dixin keda wan û qîmeta hunera wan zêde nayê zanîn.

Jinên ku li navçeya Erdemliya Mêrsînê li ser riya Şaredariya Tomukê bi şaxên darên fêkiyan selikan çêdikin di şer û mercên zehmet de debara xwe dikin. Jinên ku ji şaxên daran ên ku li ber newalên Mut û Sîlîfke yên Mêrsînê komkirine selikan çêdikin li rexê kolanan difiroşin. Jinên ku havînê debara xwe vi selikan dikin, zivistanê jî diçin nav zevî û bexçeyan.

HEQDESTÊ XWE NAGIRIN

Dayîka du zarokan Îpek Yavuz (29) di 12 saliya xwe de dest bi çêkirina selikan kiriye û debara xwe bi karkeriya di nava zeviyan de dike. Yavuz, da zanîn ku ji bo zarokên xwe xwedî bike mecbûr dimîne selikan bifiroşe û wiha got: "Ez roja 5 selikn çêdikim. Bi firotina selikan ez rojê 20 an 30 TL qezenc dikim. Lê hinek caran jî tiştekî qezenc nakim. Em bûhayê selikan li gorî mezinahiya wan difiroşin. Em selikên biçûk di nîvsaetê de selikên mezin jî di saetekê de çêdikin. Dema em selikan çêdikin destên me zirarek mezin dibîne. Kesên ku vî karî zuve dikin damarên destê wan dixitimin. Em mecbûrin bêyî lepikan bikar bînin çêdikin. Dema em lepikan bikartînin em nikarin selikan çêbikin."

Yavuz, bi lêv kir ku ew heqdestê xwe nagirin, kirîgerên zengîn nîşan kir û wiha pêde çû: "Hem heqdestê me nadin hem heqaretê li me dikin hem jî heramoyî dikin."

'KEDA DEST ZÊDE YE'

Naîle Yavuz (52) ku di 7 saliya xwe de dest bi çêkirina selikan kiriye jî wiha axivî: "Ev 40 sale ez bi çêkirina selikan debara xwe dikim. Min havînê selik çêdikirin û zivistanê jî siçûm nav zeviyên lîmonan û min lîmon dibirîn. Lê ji ber ez niha kal bûme êdî tenê dikarin selikan çêbikim. Ez vî karî dikim lê heqdestê xwe nagirim. Di çêkirina selikan de keda dest pire. Kirîger ji me re dibêjin qirş û qalin, tu mesrefa wê tune ye û mafê me dixwin. Em bi çêkirina van selikan debara xwe dikin. Em rojane dixebitin û tu pereyê ku me dane hev tune ye."