ŞIRNEX - Li bajaroka Gite ya Silopiyayê 3 jinên ku bi pişkê ji aliyê (qure) ÎŞKUR'ê ji bo kar hatibûn girtin, bi hinceta HDP'î ne ji kar hatin derxistin.
Li bajaroka Gite ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, jinên bi navê Halime Yigit, Guler Uslu û Azize Uslu ji bo bixebitin serî li ÎŞKUR'ê dan û di pişkê (qure) de ji bo kar navê wan jî derket. Lê hê jinên ji bo paqijiya dibistan û mizgeftên bajarokê hatibûn girtin bêyî dest bi kar bikin, ÎŞKUR'a Silopiyayê bi riya telefonê ji wan re wiha hat gotin: "Hûn ji kar hatine derxistin." gotin.
LI SILOPIYAYÊ NÊZÎ 60 KES HATINE DERXISTIN
Azize Uslu ku ew jî ji kar hatiye avêtin diyar kir ku, ew ji bo sedema ji kar derxistinê bizane çûye ÎŞKUR'ê û wiha axivî: "Kesên ku li wir peywirdar, ji min re gotin, 'Tenê te ji kar dernexistine. Li Silopiyayê nêzî 60 kes piştî pişkê derxistine.' Min ji wan re got, ez vê neheqiyê qebûl nakim û divê hûn sedema vê yekê ji min re bibêjin. Dema ez li ser mijarê wisa rawestiyam kesekî got, 'Ji ber ku hûn HDP'î ne, dawî li karê we anîn.' Min jî êdî tiştek negot."
'HEMÛ MALÊ DINÊ BIDIN MIN JÎ EZ DEV JI FIKRA XWE BERNADIM'
Uslu da zanîn ku, ew ji bo pereyan neketiye pêyî vê mijarê û wiha dawî lia xaftina xwe anî: "Ez ne ji ber kar çûm İŞKUR'ê, min tenê xwest sedema vê yekê hîn bibim. Hemû malê dinê bidin min jî ez dev ji fikra xwe bernadim."