Kar li ser milê extiyara ye!

RIHA- Li Xana Gumrukê ya Rihayê, firoşkarê geroke yên li ser milên wan sako û pantor hene balê kişandin ser zor û zehmetiya debarê û wiha gotin: "Ji serê sibê heta êvarî ji bo çend qurîşan em digerin."

Li Xana Gumrukê ya li navçeya Eyyubiye ya Rihayê, herî zêde firoşkarên geroke yên extiyar ku li ser milên wan sako, pantor û şelwar hene li ber çavan dikevin. Firoşkarên ku ji sibehê heta êvarê li çarşî û xanan digerin, ji bo pêşeroja zarokên xwe hewl didin ku tiştekî bi dest bixin û karibin debara xwe bikin.

Ali Kiliç ê 63 salî, dema biçûk bûye li ber destê terziyekî xebitiye û piştî demekê ew û hosteyê xwe tev de berê xwe didin Stenbolê û firoşkariya geroke dikin. Lê piştî 15 salan şûn de li Xana Gumrukê bi sako û pantorên li ser milên wî bala kesên ku çayê vedixwin dikêşe. Kiliç, anî ziman ku ew 50 salin firoşkariya geroke dike û got, li gel temenê xwe yê zêde jî ew zînde ye. Kiliç, da zanîn ku sedema vê zîndebûna wî jî ji ber ku ew her roj bi saetan dimeşe bi xwe ye. Kiliç, dest nîşan kir ku lê di demên dawîn de nexweşîna astimê lê peyde bûye û ji ber vê ditengije. Kiliç wiha domand: "Piranî saet di 10.00 an jî 11.00'an de derdikevim û heta ku roj diçe ava digerim. Tomerîfiroş malên xwe ji bajarên hawirdorê û Stenbolê tînin. Em jî ji tomerîfiroşan dikirin. Rojê 10-40 TL'yî qezenc dikim. Lê belê, roj heye tiştekî jî nafiroşim."

‘LI PÊYÎ NANÊ XWE ME'

Kiliç, anî ziman ku ew di navbera 5-10 TL'yan de mal ji tomerîfiroşand dikire û got, ew jî bi zor û heft bela serê perçeyê ya 5 an jî 10 lîreyî qezenc dike yan na. Kiliç, da zanîn ku roja ku ew qet tiştekî befiroşe û nikaribe nan bibe malê, malên di dest xwe ji mecbûrî bi qezenceke pir hindik difiroşe. Kiliç wiha axivî: "5 zarokên min hene. Bi vî karî min ew heta niha xwedî kirin. 3 keçên min zewicîn. Niha 2 zarokên min li cem min in û bi zorê ez debara wan dikim. Ji bo nanê xwe em ji mecbûrî dixebitin. Li gel extiyar û nexweşê astimê me jî, her roj lic ihên qelebalix li pêyî nanê xwe digerim."

JI BO ÇEND QURÎŞAN!

Yek ji firoşkarên geroke yên li Xana Gumrukê li ber çavan dikeve jî bavê 6 zarokan û firoşkarê geroke yê 35 salan Emin Çiftçi yê 65 salî ye. Çiftçi bi van gotinan rewşa xwe vegot: "Naxwazim biaxivim, tu halê me dibînî. Ma ez ê çi biaxivim?" Çiftçi, diyar kir ku rewşa karê wan nebaş e û got, rojê ancax ew 3 an jî perçe kinc difiroşe. Çiftçi wiha domand: "Ji sibehê ve ye digerim, lê min hîn jî serfetih nekiriye. Rewşa karê me diyar nake, carinan zaf baş e, carinan jî qet tune ye. Karekî zehmet e. Ji sibehê heta êvarî em ji bo çend qurîşan digerin."