Qeyûm karkerên ji kar avêt bi mehaneya kêm careke din girt

AGIRÎ - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Giyadînê hat kirin 39 karkerên paqijiyê ji kar avêt piştre 7 karker bi rojnîvan careke din girt kar.

Qaymeqamê Giyadînê Mekan Çevîren ê u wekî qeyûm tayînî Şaredariya Giyadînê hat kirin ji 44 karkerên paqijiyê 39 karker ji kar avêt, ji ber vê yekê jî hemû çop li kolanan ma. Li ser gazincên welatiyên navçeyê ji 39 karekerên ku ji kar hatine avêtin 7 karker careke din vê carê bi rojnîvanê ve girt kar.