QERS - Li navçeya Qamişanê ya Qersê karkerê înşaeta bendavê ya herêma Karakurtê jiyana xwe ji dest da.
Karkerê li bendava herêma Karakurt a navçeya Qamûşanê ya Qersê karê înaetê dikir jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku karkerê di tunela înşaeta bendava Qamûşanê de dixebitî ji aliyê vardiya şevê ve mirî hatiye dîtin. Piştî hevalên wî yên karker ew mirî dîtin bang li ambulansê kirin û şandin Nexweşxaneya Dewletê ya Qamûşanê. Sedema mirina karker û navê karker nehat zanîn.
Têkildarî mirina karker lêpirsîn hat destpêkirin.