STENBOL- Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko got, wan di lêkolînên xwe yî li Şîrwanê de bi kalê karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye re hevdîtin pêk aniye û ew hîn bûne ku, di meha tîrmehê de li herêmê hêlanek pêk hatiye. Beko got, heman kalî ragihandiye ku, derzên mezin ên li hawirdora madenê jî bi qûmê hatine girtin.
Li gundê Madenê yê Şîrwana Sêrtê, di 17'ê mijdarê de li madena ku ji aliyê Şîrketa Komandît a Hilberîna Elektrîk Maden Sanayî û Bazirganiyê ya Parkê ku girêdayî Holdînga Cînerê ye facîayek pêk hat û 16 karker di bin hezazê de man. Li hezaza ku hîn jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê lê didomin, heta niha cenazeyê 12 karkerî hatine derxistin û lêgerîn û rizgarkirina ji bo 4 karkerên mayî jî didome.
Di 24'ê mijdarê de heyeta ji Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) pêk hat, ji bo lêkolînan çû Şîrwanê. Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Serokê Giştî yê Lîmter-Îş'ê Kamber Saygili yên di nav heyetê de cih girtin, piştî encamên lêkolînê çavdirêyên xwe bi dîhaberê re parve kirin.
Beko diyar kir ku, wan serdana malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dane kirine û wiha got:"Piştî me serdana malbata kir, der barê xebatên li vir me ji rêveberan agahî wergirtin. Em ê di rojên pêş de wek heyet raporekê biweşînin." Beko hevdîtina xwe yî bi kalê karkerekî ku jiyana xwe ji dest da jî wiha vegot:"Kalê karker ji me re got, di meha tîrmehê de li wê herêmê hêlanek pêk hatiye û got, li hawirdora madenê derzên mezin çêbûbûn. Got, dema şivanên gund çav li wan derzan ketine, pezên xwe jî di wir re derbas nekirine û got, pişt re ev derz bi qûmê hatine tijekirin."
'DIVÊ TEVDÎR BERÊ BÊN GIRTIN'
Beko anî ziman ku, Tirkiye di warê tenduristiya karkeran û ewlehiya karî de baş tevdîran nagire û dest nîşan kir ku, her sal li texma hezar û 500 karker, di cinayetên karî de jiyana xwe ji dest didin. Beko bi bîr xist ku, Tirkiye di cinayetên karî de yekemînê Ewropa û 3'yemînê cîhanê ye. Beko îfadeya rêveberekî ya têkildarî facîaya li Somayê pêk hat bi bîr xist û wiha ragihand:"Heke em li gor krîterên peymana Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) tevbigeriyanan, wê niha karker nemiranan û em ê jî ne li pêşberî we bûnan." Beko anî ziman ku, ev îfadeyeke girîng e û divê ji cinayetên karî ders bên derxistin û wiha diyar kir:"Divê revdîr berê bên girtin."
'EV EW ŞÎRKET IN KU BI HIKÛMETÊ RE TÊKILIYÊN WAN Î CIDÎ HENE'
Serokê Giştî yê Lîmter-Îş'ê Kamber Saygili jî, di dema pêkhatina cinayeta karî de sekna çapemeniyê rexne kir. Saygili di facîayê de bêdengiya çapemeniya hewzê jî wek "rizgarkirina hikûmet û patron" şîrove kir û wiha got:"Çimkî îfşakirina berpirsiyariya şîrketê, îfşakirina berpirsiyariya hikûmetê ye. Ev ew şîrket in ku bi hikûmetê re têkiliyên wan î cidî hene."