Karkerên înşatê: Gotina 'Erê' mirin e

MUGLA - Karkerên înşaetê yên li Bodrumê di nava şert û mercên xerab de dixebitin diyar kirin ku mirovên wekî wan ku bêjin "Ere" ji bo wan mirine e û dê bêjin "Na".

Karkerên înşaetê yên li taxên Gundogan, Yalikavak û Gumbetê yên navçeya Bodruma Muglayê kar dikin helwesta xwe ya li dijî "Erê" anîn ziman. Nêzî 2 hezar karkerên înşaetê yên di şertên giran de dixebitin anîn ziman ku dê helwesta xwe ya "Na" nîşan bidin. Karkerên ku dengê wan li Wanê ne, anîn ziman ku dê biçin Wanê û dengê xwe bavêjin sindoqê. Karkeran anîn ziman ku ji ber pirsgirêkên aborî hatine li Bodrumê di karê înşaetê de dixebitin û li vir di şertên giran de kar dikin. 4 karkerên ku li kawişê karkeran ên li temta Gumbetê dijîn helwesta xwe parve kirin. Karkerên ku di kawîşan de di nava şertên giran de dimînn anîn ziman ku ji sedî 20'e karkeran zarok in û bi awayekî kaçax di karê înşaetê de dixebitin.

Karker Necmettin Kef, destnîşan kir ku ji sala 2007'an heta niha ji bo debara malbatê hatiye li vir di nava şertên xerab de dixebite û wiha got: "Ciwanên kurd di nava van şert û mercên giran de kar dikin. Ji çand û perwerdehiya xwe dûr dixebitin. Ji ber pirsgirêkên aborî neçarin di nava van şertan de kar bikin.Ji ber betalî zêde ye û kar tune em neçarin bi keda erzan bixebitin. Li vir mafê me û keda me tê binpêkirin. Li dijî hişmendiya yekperest û li dijî kedxwariyê ez dê bêjim "Na"

Karkerê 60 sali Sinan Sala jî anî ziman ku 18 kes di odeyek tarî de dijîn û karê kiran ê inşatê dikin. Sala, anî ziman ku neçarin li vir bixebitin û wiha got: "Em dê li dijî polîtikayên înkar, imha û kedxwariya li dijî keda gelê kurd bêjin "Na". Li Cizîr; Sûr û Şirnexê xanî xera kirin û wêran kirin. Malbatên Şirnexê hêj di konan de dijîn. Gelê me û zarokên me di van êrîşan de hatin şewitandin. Rûmet bi me ve nehiştin. Em dê çawa bêjin "Erê." Ziman li me xedexe kirin. Jiyana koletiyê spartin me. Niha ji bo me mirin ji jiyanê xweştir e. Em dê ji vê jiyanê re bêjin "Na" Divê her kes bêjin "Na"."

Karkerê 21 salî Nail Oy jî anî ziman ku ji ber îmkanên wî tune bûn dibistan nexwend û niha li 6 xwişk û birayên xwe dinere. Oy, anî ziman ku her dem rastî muameleya çîna duyemîn tên û rastî neheqiyê tên. Oy, bilêv kir ku ew dê ji bo parastina rûmeta xwe û heqê xwe bêjin "Na" Oy, da zanîn ku di hemû înşaetan de ji sedî 90 karkerên kurd in û yên di karê înşaetan de dixwebitin û keda wan nayê dîtin dîsa karkeren kurd in. Oy, bilêv kir ku ji ber razemeniyê li bajarên wan nakin neçarin bên li vir di şert û mercên giran de bi erzani bixebitin û rastî muameleya dijmirovahiyê tên. Oy, bilêv kir ku gotina "Erê" ji bo wan mirin e û ji ber vê yekê dibêjin "Na"."

Gokhan Oner - dihaber