Qada Taksimê dîsa ji 1'ê Gulanê re girtî ye

STENBOL - Qada Taksimê ku piştî 15'ê Tîrmehê de bi dehan caran AKP'ê mîtîng lê lidarxist çalakiyên aliyê hikûmetê lê hatin lidarxistin, ji karkeran re hat girtin. Têkildarî mijarê Serokê DÎSK'ê Kani Beko bi armanca bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re hevdîtin bike hatin cem hev.

Qada Taksimê beriya çalakiyên karkeran û cejna karekran ji çalakiyan re hat girtin. Rayedaran destûr neda ku çalakiya 1'ê Gulanê li Qada Taksimê bê lidarxistin. Têkildarî mijarê Serokê DİSK'ê Kanî Beko, bi armanca li ser mijarê hevdîtin bike bi Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu re hat cem hev. Her çend hikûmetê diyar kiribû ku Taksîm ne qada mîtîngê ye jî piştî 15'ê Tîrmehê bi dehan caran mîtîng pêk anîbû.