'Em ê vîna 'Na'yê veguhêzînin qadên 1'ê Gulanê'

STENBOL - Karkerên li ser înşeatan dixebitin, anîn ziman ku ew ê di 1'ê Gulanê de vîna "Na"yê ya hêzdar veguhêzînin qadên.

Piştî ku Wezareta Karên Navxweyî Qada Taksîmê 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li kedkaran qedexe kir, bertekên li dijî vê birayarê zêde bûn. Karkerên înşeatê, li kuderê dibe bila bibe niha ji bo 1'ê Gulanê amadekariyên daketina qadan dikin. Mehmet Ogurlu (22) yê ji Şirnexê ji bo xebatê hatiye Stenbolê, ji bo roja 1'ê Gulanê betlane be ew ê vî mafê xwe yê bi zorê bi dest xistine biparêzin. Ogurlu, dest nîşan kir ku ji bo parastina vî mafê wan divê li kuçe û qadan bin û wiha got: "Divê di 1'ê Gulanê de hemû karker li kuçeyan bin." Ogurlu yê ku balê kişand ser encamên referandûmê jî, anî ziman ku wî dengê xwe daye "Na"yê û got, "Na" bi awayekî zêde derketiye. Ogurlu, diyar kir ku ji bo cinayetên karî çênebin ew ê jî dakeve qadan û wiha bang li hemû karkeran kir: "Divê di 1'ê Gulanê de hemû birayên me yên karker dakevin qadan û li hemberî cinayetên karî û kedxwariyê rawestin."

‘EM Ê JI KEDXWARIYA TAŞERONÎ RE BIBÊJIN NA Û LI QADAN BIN'

Ozgur Karabulut jî yek ji wan karkeran e ku ji sala 1998'an ve bi awayekî rêxistinbûyî di sektora înşeatê de dixebite. Karabulut ji bo 1'ê Gulanê bang li hemû karkeran kir da dakevin qadan û wiha got: "Pêşaniya me ew e ku di sala 40'emîna Komkujiya Taksîmê de em li Taksîmê bin."

Karabulut, anî ziman ku wan di pêvajoya referandûmê de kampanyayeke hêzdar a "Na"yê bi rê ve biriye û wiha got: "Niha em amadekariya ku bi awayekî hêzdar vîna 'Na'yê di 1'ê Gulanê de veguhêzînin qadan dikin." Karabulut, daxwazên xwe yên 1'ê Gulanê jî wiha rêz kirin: "Em ê ji kedxwariya taşeronî re bibêjin 'Na' û li qadan bin. Em ê ji cinayetên karî re bibêjin 'Na' û li qadan bin. Em ê ji saetên zêde yên xebatê re bibêjin 'Na' û li qadan bin. Em ji bo jiyaneke mirovane têkoşîneke birûmet dikin. Em bang li karkerên înşeatê dikin da di 1'ê Gulanê de li qadan bin."

‘NE QADAN... KEDXWARIYÊ QEDEXE BIKIN'

Karabulut, anî ziman ku derdora herî dînamîk a têkoşîna civakiyî ji karkeran pêk tê û got, tenê ne li Stenbolê li her çar aliyê Tirkiyeyê ew ê li qadan bin. Karabulut ê ku qedexekirina Taksîmê rexne kir wiha got: "Ji bilî me ji bo her kesî vekiriye. Piştî derbeya 15'ê Tîrmehê her roj bi pîrozbahiyên AKP'ê tije bû. Piştî maçên futbolê pîrozbahî dihatin çêkirin. Dema AKP dixwaze qadan ji bo derdorên ne muxalîfê wê ne vedike. Lê qadên ku ji bo me karkeran girîng in, li me qedxe dike." Karabulut, dest nîşan kir ku divê qad neyên qedexekirin û got, ji dêvla ku qad bên qedexekirin divê kedxwarî û cinayetên karî bên qedexekirin.